Konsolxaneya Amerîkayê li Hewlêrê: Em pêbendin bi piştevaniya Pêşmerge  

.

 Konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi daxuyaniyekî serxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesûkarên wan Pêşmergeyan kir ku di êrîşa terorîstî ya DAIŞê ya şeva 01.05.2021ê li eniya Pirdê şehîdbûn kir.

Îro 02.05.2021ê konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi daxuyaniyeke li ser tora xwe ya civakî facebookê, serxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesûkarên wan Pêşmergeyan kir ku di êrîşa DAIŞê de şehîd bûn.

Daxuyaniya konsolxaneya giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê de hat gotin, Amerîka pêbende bi hemahengî û piştevaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, heta ew dema terorîstên DAIŞê bi temamî tên şikestin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye