Konsolxaneya Amerîkayê bi wêneyê Serok Barzanî û Joe Biden nûçeya destbikarbûna serokê nû belav kir

.

Konsolxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi wêneyê Serok Barzanî û Joe Biden nûçeya destbikarbûna Joe Biden belav kir.

Konsolxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser facebookê wêneyekî Serok Barzanî Joe Biden belav kir û tê de da ragihand: ‘’Sûndxwarina serok , destpêka xulêke nû ya çar salaye ji bo Serokê Amerîka. Îro Joe Biden bi fermî weke 46mîn Serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê sûnd xwar. Ev merasîma sûndxwarina amaje ye ji bo guhestina aştîyê desthilatê li du hilbijardin ku pêwerêkî gîring e li hemû sîstemekî demokrasiyê de’’

Ji bilî wêneyê Serok Barzanî û Joe Biden, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî jî heye, wêneyê Nêçîrvan Barzanî û Joe Biden jî hatiye danîn û di wêneyekî din jî de wêneyê Serokwezîr Barzanî û Joe Biden jî hatiye dayîn  û ev jî nîşaneya dostaniya Joe Biden ligel Herêma Kurdistanê tê destnîşankirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye