Konsolxaneya Amerîka: Serdana dîrokî ya Papa, pêngaveke din e ji bo pêkvejiyanê

.

Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê bi boneya serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Hewlêrê peyamek belav kir.

Konsolxaneya Amerîka peyamek derbarê sedana Papa Francis bo Hewlêrê de li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir û got: “Em dilxweş in bi dîtina serdana dîrokî ya Papa Francis bo Herêma Kurdistanê.Serdana Papa, pêngaveke din e ji bo pêşvebirina pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû gelan de.”

Herwiha di peyamê de hat: “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka berdewam e bi piştevanîkirina pêkvejiyana aştiyane, têkelbûna olan û qebûlkirina hemû baweriyan li Herêma Kurdistanê, Iraq û seranserî cîhanê.

Papayê Vatîkanê îro Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û zêdetir ji 10 hezar kesî, beşdarî merasîmekê li Yarîgeha Franso Herîrî bû, tê de gotarek pêşkêş û qudaseteke olî li dar xist.

Piştî lidarketina qudasetê Papa Francis bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Bexdayê vegeriya û biryar e îşev vegere Vatîkanê.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye