Konsolê Almanyayê: Em hevpeymanekî girîng ê Herêma Kurdistanê ne

.

Konsulê Giştî yê Almanya yê li Hewlêrê Klemens Semtner diyar kir; ew hewl didin ji aliyê îdarî ve hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin di warê reformê de.

Klemens Semtner derbarê rêkeftina navbera Almanya û hêzên Pêşmerge de ji K24ê re ragihand ku rêkeftin 10 projeyên xizmetguzarî li xwe digrin, di nav wan de dabînkirina temamê pêwîstiyên bijîşkî ji bo Nexweşxaneya Pêşmerge û xizmetên perwerdehiyê bo Pêşmerge.

Semtner eşkere kir: “Rêkeftina ku ligel Wezareta Pêşmerhe hat îmzekirin, 10 proje li xwe digrin, ji wan; dabînkirina pêwîstiyên bijîşkî yên Nexweşxaneya Pêşmerge û pêşkêşkirina bernameya perwerdehiya serbazî, bi taybetî ji bo pêşmergeyên dêrîn.”

Konsulê Almanya yê li Hewlêrê diyar kir: “Niha em di qonaxeke cuda de ne û rola me di proseya reforma Hikûmeta Herêmê de, di nav hêzên Pêşmerge de heye.”

Klemens Semtner destnîşan kir: “Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, niha proseya rahênan û perwerdekirina hêzên Pêşmerge rawestiyaye, lê ji aliyê îdarî ve em hevkariya wan dikin ji bo serxistina proseya çaksaziyê.”

Herwiha Semtner tekez kir: “Almanya yek ji hevbeşên girîng e di pêşxistina Herêma Kurdistanê de û di pêşkêşkirina alîkariyan ji bo awareyan de bi awayekî berdewam hevkariya hikûmetê kiriye. Em spasiya Hikûmeta Herêmê dikin ku hembêza xwe ji bo hejmareke mezin ji penaber û awareyan re vekiriye.”

Konsulê Almanyayê eşkere kir: “Me hewl daye ku kompaniyên Almanî werin Herêmê û veberhênanê bikin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye