Konseya Ewrupayê: Tirkiye bo rojnamevanan mezintirîn girtîgeha Cîhanê ye

Konseya Ewrupa ragihand ku rewşa rojnamevanan li seranserê Ewrupayê ketiye bin "metirsiyeke mezin"

Li gor rapora nû ya Konseyê, li dijî rojnamevanan gefxwarin, êrîş, zordestî û kuştin zêde bûne.
 

"Azadîya medyayê, li Ewrupayê, ji salên Şerê Sar vir ve ti car ewqas neketibû rewşeke xeter"

Rapor dide zanîn ku di dawîya sala 2018’an re li 47 welatên Konseya Ewrupa 130 rojnamevan girtî bûne û ji van 110 li Tirkîyê bûne.

Di raporê de ser Tirkîyê "bo rojnamavenan girtîgeha herî mezin ya cîhanê ye" hatiye nivîsîn.

(WOA)

Avrupa Haberleri

Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'