Konseya Ewropa ji endaman daxwaz dike ku hemwelatiyên xwe ji Suriyê vegerînin

.

 Komisyona Encûmena Ewropa ya Mafên Mirovan dibêje, ku rewşa girtiyên DAIŞê li kampa Holê ya Bakurê Rojavayê Sûriyê gelek xerabe û daxwazê ji welatên Ewropî dike, ku welatiyên xwe vegerînin.

Komisyona Encûmena Ewropa ya Mafên Mirovan ragihand, ku rewşa ewlekarî û tendirustî ya xerab li kampa Holê, jiyana wlatiyên 47 welatên endamên komisyonê dixe bin metirsiyê.

Komisyonera Encûmena Ewropa ji bo Mafên Mirovan Dunja Mijatovic got, ku derxistina zarokên biyanî ji kampan, karekî destpêkî û neçarî ye, û divê dayikên wan jî li gel wan bêne derxistin.

Beriya niha jî Berpirsê Navenda peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Ebdulkerîm Umer daxwaza hevkariyê ji civaka navdewletî kiribû, ku çend navendên taybet li Rojavayê Kurdistanê, û navçeyên di bin kontirola Rêveberiya Xweser de ava bikin, û zarokên çekdarên DAIŞê yên ku li kampa Holê dimînin, tê de bicîh bikin, û perewerde bikin, heta ku dûbare ji bo nav civakê bên vegerandin.

Nêzîkî 64 Hezar endamên malbatên DAIŞê li kampa Holê dimînin, beşekî zêde ji welatên Ewropî red dikin, ku walatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞê bûne vegerînin.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa: Em êrîşa ser Mîrê Rûhanî yê Êzîdîyan Mîr Hazim Tahsîn Beg bi dijwarî şermezar dikin
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (326)
Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin
HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Dêr Hafirê êrîşî 4 çeperên me kirin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyeyê hişyarî da