Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî hişyar kir

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Taye-Brook Zerihoun di axaftina xwe de ragihand ku dibe di rojên pêş de rewşa Xezzeyê aloztir bibe û divê Îsraîl berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser daxwaza Kuweytê ku 15 filistînî ji aliyê leşkerên îsraîlî ve hatibûn kuştin daxwaza civîneke lezgîn kiribû.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê berpisyarê kare siyasî yê Neteweyên Yekbûyî Taye-Brook Zerihoun di axaftina xwe de hişyarî da û got: "Dibe di rojên pêş de rewşa Xezzeyê aloztir bibe û divê Îsraîl di çarçoveya hiqûqa însanî û navneteweyî de berpirsyariya xwe bi cih bîne."

Herwiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: "Em ji pevçûnên li Xezzeyê metirsîdar in. Ji bo bûyeran divê lêpirsîneke zelal û bêalî were kirin."

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin