Kongreya Piştgirên PAKê yên li Awrûpayê li bajarê Berlînê dest pê kir

Kongreya piştgirên PAKê yên Awrûpayê, li Berlîn a Bajarê Almanyayê , di roja 27.01.2018an de destpêkir. Kongre dê du rojan berdewam bike.

Kongreya piştgirên PAKê yên Awrûpayê, li Berlîn a Bajarê Almanyayê , di roja 27.01.2018an de destpêkir. Kongre dê du rojan berdewam bike.

Ji Almanya, Swêd, Holanda, Norweç, Fransa, Danîmarka û welatên din yên Awrûpa piştgirên PAKê beşdarî kongreyê bûn.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, endamên Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Feyaz Ekmen, Kasım Ergün, Mehmet Gül jî ji welêt hatin û beşdarî Kongreyê bûn.

Ji bo Dîwan a ku Kongreyê birêve bibe, Adnan Axacan, Selma Akar, Mahmûd Lewendî hatin hilbijartin.

Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê bû.

Li ser navê Komîteya Awrûpayê ya PAKê Nimet Mumtaz Aydın axaftina destpêkê kir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, di derbarê rewşa giştî ya PAKê, ya her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê axaftinek kir.

Paşê Pêşniyarîya Rojeva Kongreyê hate pêşkêş kirin. Piştî ku rojev hate qebûl kirin, li ser xalên rojevê nirxandin dest pê bû.

Kongreya piştgirên PAKê yên Awrûpayê, dê roja 28.01.2018an de bi dawî bê. Di Kongreyê de dê Meclîsa Piştgirên PAKê yên Awrûpayê bê hilbijartin.

27.01.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin