Kongreya Diyalogê ya Nîştimaniya Sûriyeyê li Soçiyê destpê kir

Kongreya Diyalogê ya Nîştimaniya Sûriyeyê, ku duhî destpê kiribû îro di roja xwe ya duyem de berdewam dike.

Tê diyarkirin ku ji bo kongreyê li gel rayedarên hikûmeta Sûriyeyê nûnerên komên etnîkî û dînî yên mixalîf jî hatine dawetkirin û zêdetirî hezar û 500 delege çûne Soçiyê.

Nûnerên PYDê ji ber îtirazên Tirkiyeyê û êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê beşdarî civînê nebûne.

Dihat payin ku kongreya li Soçiyê bi saeta Hewlêrê di saeta 10.00an de destpê bike. Lê belê ji ber ku li hêviya hin endaman hate sekinandin, kongreyê piştî bi dû saet û nîvan destpê kir.

Ji hêla din ve jêderekî ku ji bo kongreyê li Soçiyê ye ji Spûtnîkê re ragihand ku; "dê di danişînê giştî yên kongreyê de tenê dê Sûriyeyî beşdar bibin, çavder, dewletên garantor jî di nav de nûnerên alîyên sêyemin dê beşdarî van civînan nebin."

Di vê navberê de yek ji çavderên ku ji bo kongreyê hatiye vexwendin jî Nûnerê Taybetî Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura ye. Tê payin ku di encama danişînê giştî de daxuyanîyeke encamî ku ji madeyên ku Mistura pêşniyar kirine pêkhatiye were qebûl kirin.

Tê texmîn kirin ku di encama danişînan de dê komîsyoneke ku li ser destûra nû ya Sûriyê bixebite dê were ava kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin