Konferansa mafên destûrî li Zanîngeha Cîhanê

Li zankoya Cîhan a bajarê Hewlêrê konferansa zanistî ya mafên destûrî yên gel û herêma Kurdistanê li Iraqê birêve diçe.

Îro 17.04.2018ê demjimêr 13:00ê li zankoya Cîhan a bajarê Hewlêrê konferansa zanistî di bin navnîşanê ‘’Mafên Destûrî yên gel û Herêma Kurdistanê li Iraqê’’ destpê kir.

Di vê konferansê e mamostayên pispor ên di warê yasayên destûrî de, hûrgiliyên mafên herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê di destûra Iraqê de gotûbêj dikin û ew xalên ku dijî yek in, kêmasiyên wan jî dê aşkera bikin, ku di destûra Iraqê û siyaseta hikûmetên Iraqê ya piştî sala 2005ê ve li hember herêma Kurdistanê tên birêve birin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin