Nûnerê Weqfa Îsmail Beşikçi, Rociwan Yeşil, jibo çêkirina konferansek, Mamosta İsmail Beşikci û Serekê Weqfê (ÎBW) İbrahim Gürbüz û endamê Mütevelli Heyeti Celal Temel vexwend Stockholmê. Roja 25ê gulanê 2025an li Stockholmê li Salona ABF, Konferansa Weqfa İsmail Besikci çêbû. Ewil, Celal Temel, di bin navê ”1916 Kürd Tehciri”, da beşek ji kitêba xwe pêşkêş kir. Paşê İbrahim Gürbüz, bi navê ”Çağımızın Sokrates’i İsmail Beşikçi”, beşek ji kitêba xwe pêşkêş kir û herî dawîyê Mamosta Beşikçi axifî. Konferans, bi hin pirs û bersivan temam bû û konferanseke serketî bû. Li jêr ez axaftina Beşikçîyê Xoşevîst ji tirkî werdigerînim kurmancî û pêşkêşî we hêjayan dikim.
Kürdler ve Milliyetçilik / Kurd û Kurdevînî
Piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Cemîyet-î Akvam (Cemîyeta Neteweyan) ava bû ku têkilîyên navberdewletî baştir werin xebitandin û wan xebatan bi ahengî werin birêvebirin. Di dema Cemîyeta Neteweyan da civata navberneteweyî li kurdan neheqîya pir mezin, pir giran kir. Hêzên emperyal yên wê demê Britanya Mezin û Fransa, digel hevkarîya du dewletên bihêz yên Rojhilatanavîn Osmanî / Komara Turkîye û Şahînşahê Îranî ve Kurdistan û Kurdan parvekirin, perçekirin û dabeş kirin. Dîsa piştê Şerê Cîhanî yê Yekemîn hin dewletên nû jî çêbûn, lê li serê kurdan goreyeke lanetlêhatî hat lefandin. Ev pêvajoya Anti-Kurd, di demek da pêk hat ku prensibên tayînkirina dahatûya neteweyan diketin jîyanê. Di vê demê da li Yekîtîya Sovyetan Lenin, Stalin, Trochky, li Dewletên Yekbûyîyê Amerikayê Serek Wilson bi awayeke aktif vê prensibê diparastin. Ewana di nav têkilîyên navberneteweyî da xebatên xwe raxistin meydanê. Ewana piralî û aktif dixebitîn ku ev prensib têkevin jîyanê her wek li Başurê Asyayê, li Rojhilatanavîn, li Bakurê Afrîkayê raxistin meydanê.
Ev operasyona ku di demeke weha da li dijî kurdan hat çêkirin, encameke welê heyatî bû ku wek skeleteke mirovî were perçekirin û mejîyê mirovî were tevizandin / felckirin.
Îro li cîhanê 212 dewlet hene. Ji van dewletan 193yê wan endamên Neteweyên Yekbûyî
(NY) ne. Herî hindik nufûsa 40ê wan dewletan ji milyonek kêmtir in. Li Korfeza Basrayê
Kuweyt, Katar, Bahreyn, Emîratên Erebê Yekbûyî, li despêka Kizildenizîyê li rexê Afrika
Cibutî, dewletên ku nufûsa wan ji milyonek hindiktir in. Li Konseya Ewrupa, li Yekîtîya Ewrupa, dewletên wek Luksemburg, Kibris, Malta, nufûsê wan di binî milyonek da ne.
Li Konseya Ewrupayê nufûsên dewletên wek Estonya, Letonya, Litvanya, Slovenya,
Slovakya, Lihheştayn jî weha ne. Li Okyanusa Mezin, di navbera Avustralya û Yenî
Zellanda da dewletên ku nufûsa wan bi hezaran tên îfadekirin jî hene. Vanuatu, Samoa, Kiribati, Tonga, Palau, ew dewletên weha ne. Di NY da ku 193 endam in, nufûsên dewletên wek Nauru, Tavulu, Palau jî di navbera 9 hezar û 10 hezar da ne.
Digel van hemîyan kurd ku xwedanê 60 milyon nufûs e û ne xwedîye dewletek e, ev nîşanek e ku civata navberneteweyî, li hemberî kurdan bêadlayî bûne û neheqîyê kirine.
Cemîyeta Neteweyan, di hunandina têkilîyên navberneteweyî da, bi kêrhatî nebû ku di wê da ahengek çêke. Ew nebû asteng da ku Şerê Cîhanîyê Duyemîn neqewime. Li gora Şerê Cîhanîyê Yekemîn, Şerê Cîhanîyê Duyemîn, şereke zêdetir xwînî û bi pevçûn bû. Lê di vê demê da jî giregirên dewletan, bi israr dan zanîn ku pêdivî bi rêxistineke nû heye. Wan digotin ku pêwist e Cemîyeta Neteweyan, ji zaafên (an kêmasî) heyî were paqişkirin. Di 1945an da Neteweyên Yekbûyî (NY) weha hat afirandin.
Di demên NY da li her alîyê cîhanê guhertin çêbûn. Mîsal, kolonîyên li Afrikayê gihan serxwebûna xwe. Lê li Kurdistanê qet tiştek neguherî. Perçebûn û parvekirina kurdan û Kurdistanê, wek berê hat parastin. Li orta Rojhilatanavîn, rewşa kurdan û Kurdistanê bi vî awayî hat berdewamkirin.
Di vê çarçoveya têkilîyan da neteweevînî, têgeheke / feraseteke girîng e. Manayeke neteweevînîyê jî heye ku hebûna neteweyeke dî biçûk dibîne û tinazan pê dike. Lê em di vê nivîsarê da dixebitin ku maneya neteweevînîya ku zimanê xwe, koka xwe bilind dinirxîne, bisekinin / rawestin.
Kürdler Neden Milliyetçi Olmalıdır? (Kurd divê çima bibin neteweevîn?)
Gelekî musulman ku di bin zulmê da ye, dê çawa mafên xwe yên neteweyî ji dewleteka musulman bistîne?
Welatê te ji destên te hatîye sitandin. Hemî mafên te yên demokratik hatine xespkirin. Zimanê te hatîye qedexekirin. Jibo bi destxistina van mafên kurdekî / a pêwist e ku ew têkoşîneke demokratik bi rêvebibe. Rîya wê jî di bûyîna neteweevînîyê da derbas dibe. Rastîyek e ku hemî dewletên ku kurdan xistine bin zulmê, dewletên îslamî ne.
Di salên 1970êyan da dema babetên zimên-çandî / kultûrî) dihatin rojevê; kurdên ku ”ez komunist im, ez enternasyonalist im, zimên ne girîng e, yên ku van babetan tînin rojevê, neteweevînên îlkel (primitif) in.” digotin jî hebûn. Bi taybetî gelek kurdên ku xwendevanên zanîngehan bûn, gotinên weha digotin. Nîşanekî girîng jibo van xwendevanan bûn ku ew çiqas ji hebûna xwe ya kurdînîyê dûr ketibûn. Dema babetên zimên û kultûrê dihatin rojevê, van kurdan li hemberî kurdên ku digotin ”em bi kurdî biaxifin, em bixebitin jibo nivîsîna bi kurdî, divê em cehd bikin ku nivîsarên kurdî, kitêbên kurdî bixwînin.” kurdên pirimitif bûn ku digotin û wan rencîde dikirin. Divê em bi dîqet li ser vê babetê rawestin û nirxandinê bikin ku yên van gotinan dibêjin, bi tirkî daxifin. Di wan deman da li ser kurdî, tesîra çepên tirk zêdetir bûn, girantir bûn. Li hemberî heyîyên kurdî, heyîyên dewletê zêdetir dihatin nîşandan.
Di wan deman da beşeke mezin yên kurdan ji heyîyên xwe yên kurdbûyînê, ji heyîyên xwe yên xwebixwetîyê dûr disekinîyan.
Ev nejadperestî, ji nejadperestîya ku ”rengê te reş e, tu têkelî nav sipîyan mebe, cîyên te yên cîwarbûnê, dibistanên te, nexweşxaneyên te, otêlên te û wd. bila cîyê bin” digotin, pir zêdetir nejadperestîyek e. Nejadperestîya ”rengê te reş e…” ya berîya 1994an, yanî berîya Nelson Mandela, li Başurê Afrikayê dihat bikaranîn. Li Dewletên Yekîtîya Amerikayê, bi taybetî li Eyaletên Başur wek Alabama, Kansas, Teksas jî bi vî rengî nejadperestîyek hebû
Piştî Nelson Mandela (1918-2013), li Başurê Afrikayê şopên nejadperestîya rêvebirinê hat helandin (ji meydanê rabû-hilweşîya). Di 2008an da bi hilbijartina Barack Obama wek Serekê Amerikayê, xîret hat nîşandan ku li Amerikayê jî şopên nejadperestîyê were ruxandin. Lê li ser kurdan bi awayeke neresmî, dewletên Rojhilatanavîn ku li ser kurdan rêvebirinên muşterek çêkirine, dema ew xwe bihêz dibînin, êrîşên nejadperestîyê dibin ser kurdan.
Gotinên ku ”em li dijî hemî cureyên neteweevînîyê ne” dibêjin; gotina dîtina resmî ye ku didin zanînê û cehd dikin ku pêwistîya neteweevînîya kurdî veşêrin. Helbet li hemberî vê dîtinê, divê neteweevînîya kurdî were parastin. Jibo kurdan tevgera herî şorişger ew e ku bi zanatî li dijî politika asimilasyonê were rawestandin, kurdî were axifîn û parastin û jîyan bi kurdî be. Têgijiştina zarûkan bi zimanê kurdî, divê bibe amancek ku tu car dest jê nayê berdan. Îro têgîhandina zarûkan bi du zimanî, heta bi sê zimanî mumkun e.
Demokratikkirina Rojhilatanavîn ku ji cîhanê ra bibe mînak, xeyaleke xam e!
Lê ji nûve qezenckirina / bi destxistina heyîyên ku hatine xespkirin, pêvajoyek e ber bi çav e ku were bicîkirin. Di şûna ku karanîna têkoşînê jibo bi destxistina azadî û mafên kurdan, xeyaleke xam e ku xebat were kirin da ku kolonyalistên wan bibin demokrat. Teda, zulum û qedexeyan hemî, tên bikaranîn, jibo kurd di bin destan da bimînin.
Jibo demokratikkirina Turkîyeyê, pêwistî bi şerê çekdarîyê tune / nîne!
Îro kurd, li hemberî zimanê kurdî, hê germtir in. Ji nêzîk ve têgihîştine ku bêziman, têkoşîna rizgarîya neteweyî bêmane ye. Bi taybetî roj bi rojê zêdetir tê famkirin û hîskirin ku pêwistîya zimanê kurdî jibo perwerdeya zarûkan girîng e. Îro, bername (program) tê çêkirin ku zarûk bi duzimanî, heta bi sêzimanî werin perwerdekirin.
Îro kurd, divê bigihin wê zanînê ku di nava cîranên xwe yên tirk, erep, ecem da di rewşeke neyênî da ne. Ev jî tê wê maneyê ku hembêzkirina neteweevînîya kurdî û xwedîlêderkatina neteweevînîya kurdî ye.
Neteweevînîya erep, fars (ecem) û tirk, êrîşkar in, dagirker in, asimilasyonvan in. Heta di van kesan da ji neteweevînêyê zêdetir, behsa nejadperestîyê were kirin. Lê amanceke neteweevînîya kurdî tune ku êrîşkar be, erdê kesnan dagir bike, hin kesna asimile bike. Neteweevînîya kurdî, xwedîyê wê naverokê ye ku dixwaze zimanê xwe ji bin teda û zulmê rizgar bike, zimanê xwe, kultûra xwe bi awayeke azad bijî. Jibo bigihîje wê amanca xebatan cehd dike. Ev jî hewildaneke internasyonalî ye. Her dem hewildanên internasyonalî ne ku li dijî teda û zulmê û tunekirinê têkoşînê didin.