Kompanyayên Rûsî dixwazin berê geştiyaran bidin Mêrdînê

.

Nûnerên kompanyayên geştyarên Rûsî serdana bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê dikin.

Ev grûpa geştyarên Rûsî 65 kesan pêk tê û piraniya wan nûnerên kompanyayên geştyarî yên Rûsyayê ne.

Hatine daku cihên geştyarî yên vî bajarê kevnar bibînin, û piştre ji xelkê Rûsyayê re behis bikin. Ev grûp ji aliyê rêveberê geştûguzara Mêrdînê û karbidestên din ên bajar pêşwazî li wan hatiye kirin.

Ozgur Gurgor, Serokê Komeleya Geştyarî û Otêlan li Mêrdînê, ragihand, “Ev wek awayê grûpên mezin bo vê derê geştê dikin, heta niha 4 grûp hatine. Herwiha bi awayê tak an grûpên 6 kesî û 8 kesî hatine. Mêvanên me yên niha berpirs û nûnerên grûpên geştyarî ne. Nêzîkî 11 heta 12 kompanya nûnerên wan hatine vê derê. Ji ber xwasta zêde, nûnerên kompanyayên Rûsya hatine da ku Mêrdînê binasin.”

Di 2020ê de jiber Coronayê serdana geştyarên biyanî bo Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê beramberî 2019ê bi rêjeya ji sedî 69 kêm bûye. Di demekê de di sala 20219ê de nêzîka 52 milyon geştyaran serdana vî welatî kiribû.

Kulbarsen Omarova, Nûnerê Kompanyaya Geştyarî, “Em niha hatine Mêrdînê, Ev cara yekme ku serdana Mêrdînê dikim, Lê berê min tiştên zêde li ser Mêrdînê bihîstibûn. Min hez dikir Mêrdînê bibînim. Hûn dizanin ku Mêrdîn xwedî dîrokeke dewlemende. Em digerin û dibînin. Ji mêj ve planeke min hebû daku serdana Mêrdînê bikim. Ez di roja jidayikbûna xwe de hatime bo Mêrdînê, ku wek xelatê bû jibo min.”

Kêmbûna hijamra geştyaran, rengvedana nerênî li ser dahata geştûguzarê hebû. Dahata sektora geştûguzara Tirkiyê di sala 2019ê de, 34 milyar û 520 milyon dolar bû. Lê di 2020ê de dahata vê sektorê bo 12 milyar û 100 milyon dolarî daketiye

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin