Kompanya Hondayê kargeha xwe ya li Tirkiyê girt

.

 Kompanya Japonî Hondayê ragihand ku kargeha xwe ya li Stenbolê girtiye. Kompanya otomobîlan a Japonî Hondayê ku ji sala 1997an û heta niha li kargeha xwe ya navçeya Gebze ser bi Stenbolê otomobîlan berhem tîne, kargeha xwe girt.

Hondayê bi daxuyaniyekê girtina kargeha xwe ya li Tirkiyê ragihand û dibêje: “Kompanya Honda ya li Tirkiyê  kargeha xwe ya li navçeya Gebzeyê ser bi Stenbolê dewrî Kompanya HABAŞê kiriye. Di encama rêkeftina navbera her du kompanyayan de piştî Îlona 2021ê êdî Honda li Tirkiyê otomobîlan çênake.”

Kompanya HABAŞ a Tirkiyê bi berhemanîna gaza tibbî û sînaî, makîneyên giran û  belavkirina gaza xwezayî û veguhestinê tê naskirin. HABAŞê heta niha derbarê karê xwe yê li kargeha berê ya Hondayê de ti agahî nedane.

Kompanya Hondayê 24 sal in li Tirkiyê otomobîl çêdikirin û nêzîka 2 hezar karker li kargeha wê dixebitîn. Li kargeha xwe ya Tirkiyê herî dawî jî otomobîla modela Honda Civic Sedan çêdikir.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin