Kompaniyên rapirsiyê bersiva Erdoganî da

Serokomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Receb Tayyîb Edroganî daxuyaniyek dabû televîzyonekê û gotibû baweriya wî bi rapirsiyên kompaniyan naye. Kompaniyên rapirsiyê li ser vê babetê hin daxuyanî dan.

Li gor nûçeya Cumhuriyetê, Xwediyê ORCya kompaniya lêgerînê Murad Posekî got ev ne mijarekê ku gelemperiyek bê kirin û dibe ku Serokomarî ji bo kompaniyên xwe ev yek gotibe û wisa pê de çû:

"Van demên dawîn di nava AKPê de nerazîbûnek ji encamên rapirsiyan heye. Bo nimûne, heke gotareke hevpar a kompaniyên rapirsiyan hebe ew jî ev e ku Mansûr Yavaş li pêş e. Yek dudoyan ne tê de, kompanî giş li ser vê yekê hemfikir in."

Xwediyê ANARê jî li ser gotina Edroganî got ev daxuyanî bi eşkereyî, neheqiyeke li dijî vê sektorê ye.

Xwediyê Gezîcî Anketê jî bi awayekî nepen, piştgirî da daxuyaniya Erdoganî û got van 5 salên dawîn, di navbera rapirsiyên nêzîkî desthilat û yên nêzîkî opozîsyonê, nakokî hene.

Serokê Kompaniya Lêkolînê ya Avrasyayê Kemal Ozkîrazî jî ji Halk TVyê re got carinan ew bixwe jî bi encamên rapirsiyan bawer nakin û cardin rapirsiyan dikin û derdikeve holê ku li bajarên girîng dîsa CHPê li pêş e. Ozkîrazî got encamên rapirsiyan bo AKPyiyan pir bêtam tê û cara pêşî gerguhêzî wê di vê astê de be.

(Sputnîk)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin