Komîteyek di navbera Rêveberiya Rojava û Şamê de ava bû

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyê li ser avakirina komîteyeke hevbeş li hev kirine. Li gorî vê rêkeftinê, komîteya hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Wezareta Rêveberiya Xwecihî ya hikûmeta Sûriyê de hatiye damezrandin.

Di hevdîtina şandeya Encûmena Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê de ku li Şamê hatibû encamdan, biryar hatibû dayin, ku çend komîteyên hevbeş di navbera her du aliyan de bêne damezirandin û gotûbêjên navbera wan dê berdewam bin.

 
Hat ragihandin, ku roja Çarşemê 8ê Tebaxê şandeyeke Rêveberiya Xweser li ser vexwendina hikûmeta Sûriyê gihîştiye Şamê.
 
Dan zanîn şande bi piranî, ji pisporên yasayî pêk tê û tê pêşbînîkirin, ku di hevdîtinên navber a herdu aliyan de şêweya îdaredana herêmên Rêveberiya Xweser bêne gotûbêjkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin