Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî serdana Riha û Dîlokê dike

.

Komîserê Bilind ê Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi di navbera 7 û 11ê Îlona 2021ê de serdana çend parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike û rewşa koçberan ji nêzîk ve dişopîne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Komîserê Bilind ê Koçberan ser bi Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyê de, dê li parêzgehên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê jî lêkolînan bike.

Herwiha tê gotin, di hevdîtinên ligel Grandi de dê mijarên girêdayî koçberan ku rojeveke navdewletî ye bên gotubêj kirin.

Li gor agahiyên Wezareta Derve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 8ê Îlona 2021ê dê ligel Grandi hevdîtinekê pêk bîne.

Ji ber şerê li Sûriye û herî dawî jî piştî li Efxanistanê Talîban hat ser desthilatê hejmareke zêde ya koçberan berê xwe dane Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ev jî bûye rojeveke serekî ya navxweyî û navdewletî.

Herdu parêzgehên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê ji ber ligel Rojavayê Kurdistanê hevsînor in herî zêde koçberên Sûrî li xwe girtine.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn