Komên milîsên Îranî yên Iraqê gef li hikûmeta Kazimî xwarin!

.

Komên milîsên îranî yên Iraqê ku Heşda Şeibî û Hizbullaha Iraqê jî di nav de ne, gef li hikûmeta Iraqê ya Serokwezîr Mistefa Kazimî xwarin û gotin, heger girtineke wekî ya fermandarê Enbarê yê Heşda Şeibî Qasim Muslih pêk were, ew dê wan kesên ‘êrîşkar’ desteser bikin û bixin girtîgehê.

Komên milîs ên bi ser Îranê ve bi daxuyaniyekê ragihandin ku pêwîste yek ji efserên ofîsa Kazimî ku navê wî nedane, ji kar bê dûrxistin û fişar li ser hikûmetê danîn.

Di daxuyaniya Ebu Elî el-Eskerî belav kiriye de, li ser navê komên milîs û Heşda Şeibî tê xwestin, 3 daxwazên wan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve werin bicihkirin ku li dijî tawanbarkirina Qasim Muslih ji aliyê Kazimî ve derketin û gotin, heger girtineke wiha were dubarekirin jî ew dê heta wan kesên êrîşkar nexin girtîgehê ranewestin.

Herwiha hat diyarkirin ku Qasim Muslih bi rêkeftineke navbera hikûmetê hatiye berdan û piştî fişara çavkaniyên siyasî ew biryar hatiye bicihkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye