Komên girêdayî Tirkiyê li Efrînê dest danîn ser 3.500 darên zeytûnan

.

Li gundên Enqelê û Sinarê li Hermêa Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, dest danîn ser 3500 darên zeytûnan.

Li gorî zanyariyan, li her du gundên Enqelê û Sinarê yên ser bi nahiyeya Şiyê, ku derdora 500 malbat li wir hene, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, mal, milk û ajelên welatiyan talan kirine û bac jî li ser wan sepandine.

Ji tevaya nişteciyên wan her du gundan ku derdora 2 hezar kesên Kurd bûn, tenê 750 kes ji wan mane, û komên çekdar 1150 Erebên hawirdekirî li wê derê bicih kirin.

Herwiha, koma bi navê “Lîwaya Weqqas” dest daniye ser her du gundan û ziyanên mezin digihînin welatiyên resen û mal û milkên wan.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, çekdarên koma Semerqend yên girêdayî Tirkiyê, li gundê Kifir Sifre li nahiyeya Cindirêsê, dest danîne ser 3.500 darên zeytûnan yê xelkê wî gundî.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin