Komên çekdar baca 4 hezar dolar li xortên Efrînê disepîne

Grûpa Emşat baca 4 hezar Dolar li ser welatiyên Efrînê yên di serdema Rêveberiya Xweser de “Leşkeriya neçar” kirine disepîne.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, grûpa Emşat bi serkirdayetiya Ebû Emşe, xortên navçeyên Mabeta û Şiyê yên ku leşkeriya neçar kirine kom kirin û li her yekî ji wan baca 4 hezar dolar sepandin, heger nedin jî dê wan bixin zindanê.

Wê navendê diyar kiriye jî, ew xortên ku leşkeriya naçar kirine berê bêhtirî carekê hatine girtin û lêkolîn bi wan re hetine kirin û heta niha çarenivîsa zêdetir ji 300 xortên Efrînê yên leşkeriya neçar kirine û xwe radestî Tirkiyê kirine ne diyar e.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpa Ebû Emşe gelek tawanan bi mafê xelkê Efrînê kirine û wê grûpê jî di 11 Hezîrana 2018an de Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê di eşkenceyê de kuştibû.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ve, bi hezaran xort û keçên Kurdan bi bihaneyên cuda tên girtin û eşkencekirin, ew jî tenê ji bo standina pereyan ji malbatên wan.

(k24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin