Komeleya VAKADê bi temamî hat valakirin!

VAKAD di çerçeweya OHALê de bi biryara qerarnemaka di hukmê qanûnê de di 22ê MIjdara 2016ê de hatibû girtin

Aktivîsta VAKADê Zozan Ozgokçe di hesabê xwe yê twitterê de daye zanîn ku, îro komeleya wan hatîye valakirin; dest dane ser malên wan û arşva wan jî hatîye tunekirin.

VAKAD di çerçeweya OHALê de bi biryara qerarnemaka di hukmê qanûnê de di 22ê MIjdara 2016ê de hatibû girtin

Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) di 2004ê de wek komeleyeka serbixwe û feminîst hatîye avakirin û di kar û bare xwe de gelek çalak e; di warî mafê mirovî û bi taybet jî ji bo mafê jinan û zarokan gelek semîner daye, qursên xwendin û nivîsandinê û ingilîzî amade kiriye.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê