Komeleya Şex Seîd seredana PAKê kir.

Roja 10.02.2020 heyeteka Komeleya Şêx Seîd seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) kir.

Navenda Nûçeyan - Roja 10.02.2020 heyeteka Komeleya Şêx Seîd  seredana Teşkîlata Amedê ya  Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) kir.

Di heyeta Komeleya Şex Seîd de serokê komelê Mehmed Kasim Firat, endamên rêvebîra komeleyê Alî Saîd Firat, Samed Bilgîn, Felat Ozsoy û Sînan Oguz cî girtin.

Heyeta Komeleya Şex Seîd ji alîyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmur û endamên Komîteya Birêvebir a Navendî a PAKê Vahîd Aba, Hanifî Turan û endamê Meclîsa PAKê Faîz Eşîn ve hate pêşwazî kirin.

Komeleya Şex Seîd û PAK li ser yekitîya neteweyî û bûyerên rojane ku li çar parçeyên Kurdistanê pêk tên gotûbêj kirin.

Sohbet bi awayekî keyfxweş dom kir, PAK ji ber serêdanê sipasîya xwe komelê kir.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin
Gulan Avci: Gefa kuştinê li min û zarokên min hat xwarin
NATOyê li ser vekişîna ji Îraqê daxuyanî da