” Dema ku pêşewayên Kurd ên tewr bijare digel Komela Pêşketina Kurdistanê li Stanbolê daniştine û hêvîya xwe bi Konferansa Parisê ve girêdane, Kemal Paşa jî li Kurdistanê xebitîye; berê li Erziromê û paşê jî li Sêwasê kongre girêdaye, ji alîyê eskerî û sîyasî ve xwe .xurt kirîye. Bi wî awayî Komela Pêşketina Kurdistanê, axa xwe û meydana xebat û têkoşîna xwe ji Kemal Paşa ra, yanî ji dijminê gelê xwe ra terkkirîye û bê tatêl li derê Kurdistanê, li Stanbolê rûniştîye.
Bi wî awayî Komela Pêşketina Kurdistanê ji Kurdistanê hatîye qutkirin û tecrîdkirin; bi peyveka dî Komela Kurdistanê, bê Kurdistan maye. Zinnar Silopî vê rastîya tal weha dide zanînê:
”Piştê ku hukumeta Mistefa Kemal Paşa derket meydanê, pêwendîyên komelê bi Krdistanê ra hatin birrîn û temamê xebata komelê li Stanbolê ji xebateka sîyasî ya sînorkirî îbaret ma.” (48)
Ji alîyek ve komele li Stanbolê bêbingeh, ji Kurdistanê qutkirî maye, ji alîyekî dî ve jî bi giştî Kurdistan, bi taybetî jî xebatkar û şerkarên Kurd ên welatevîn û neteweevîn li Kurdistanê bêserî mane. Dr. Nurî Dêrsimî di vî babetî da weha dinivîse:
”Ji ber ku rewş têkilhev bûbû, dayîn- sitandina me bi merkeza Komela Pêşketina Kurdistanê ya li Stanbolê ra hatibû birrîn.”(49)
Dr. Nurî Dêrsimî, yekê ji semedên têkçûna Bizava Koçgirê ya ku sala 1920î teqîyabû jî, têkçûna Komela Pêşketina Kurdistanê dinumîne û li ser tevgera Koçgirê weha dinivîse:
”Dema ku tevgerê dest pê kir, Komela Pêşketina Kurdistanê ji hev bişkivîbû, hin ji endamên wê îhmalkar û bêqeyd mabûn, hin ji endamên wê jî ji Stanbolê revîyabûn der û ji îmkana beşdarîya tevgerê bêpar mabûn. Ji ber vî semedî, girêdana tevgerê bi merkezek ve û kargêrîya wê bi aheng û plan, bêmikûn bûbû.” (50)
”Peyveka pêşîyan a Kurdî heye, weha dibêje: ”Hat ji newalê, bû xwedîyê malê.” Ev peyv, tam li halê Komela Pêşketina Kurdistanê û Kemal Paşa tê. Weha: JI ber ku Komela Pêşketina Kurdistanê, tevgera rizgarîxwazîya Kurdistanê, li ser axa Kurdistanê vêknexistîye, li Stanbolê daniştîye û axa Kurdistanê ji Kemal Paşa ra terk kirîye, ew jî li wir bûye hakimekî bi kêfa xwe. Piştê ku cîyê lingên xwe zexm kirîye, îcar dest bi girtin û lexûkirin û belavkirina şaxên komelê yên li Kurdistanê kirîye. Li gora haydarîyên ku Zinnar Silopî daye, şaxa xurttirîn û jêhatîtirîn şaxa Amedê (Dîyarbekir) bûye. Belam Kemal Paşa êdî cesareta girtina wê şaxê di xwe da dîtîye. Eskerên wî şevek avêtine ser wê komelê, hin ji endamên wê tewqîf kirine, dest dane ser eşyayê komelê û komele jî girtine. Hin endam jî revîyane. (51)
Belam eger komelê pêşîya xwe dîtibûya, merkeza xwe guhastibûya Kurdistanê, li wir gelê Kurd di vêkxistineka sîyasî da bigîhanda hev û ji nava gel hêzeka çekdar amade kiribûya, hingê Kemal Paşa dê nekarîya li ser axa Kurdistanê wisakî hespê xwe bibezanda. Li Amedê, Bedlîsê û Xarpêtê şaxên komelê jixwe hebûne. Sala 1919an, mêrxasê Kurd ê welatevîn û neteweevîn, şehîdê Kurd Elîşêr jî li Dêrsimê şaxa komelê saz kirîye. Dr. Nurî Dêrsimî dide zanîn ku Elîşêr, sala 1919an ji Komela Pêşketina Kurdistanê ra mezbeteyek şandîye, ragîhandîye ku Kurdên Koçgirê û Dêrsimê piştgirtîyê komelê ne, di eynê demê da jî li her derê Dêrsimê şaxên komelê saz kirine. (52)
Komeleka ku li çar hêlên Kurdistanê yên wisa giring, xasma li hêleka wek Dêrsimê asê û stratejik teşkîlatên wê hebûne, di nava gelê wê da jî potansiyeleka bêsînor jibo doza rizgarîxwazîyê hebûye, eger wê komelê li ser axa Kurdistanê xebat û têkoşîneka neteweyî kiribûya, dikarî welêt rizgar bikira û serxwebûna Kurdistanê pêkbanîya. Ji alîyekî dî ve jî, kargêr û endamên komelê naskirî bûne, rêzdarî û bawerîya gelê Kurd bi wan hebûye. Zinnar Silopî di vî babetî da weha dibêje:
”Piranîya Qomîta Kargêr kesên xanedan û xwedînufûz bûn, ku li Kurdistanê naskirî bûn. Eger wan kesan, li gora rewşa ku tê da bûn zorayîya dayinsitandina bi Kurdistanê
ra ji Stanbolê anîbûya ber çavên xwe û xebata merkeza komelê guhastibûya Kurdistanê û bi Komela Pêşketina Kurd a Dîyarbekrê ra hevkarî kiribûya, pirr muhtemel bû ku xebata wan kesên ku li hêlên Kurdistanê yên cure- cure xwedînufûz bûn, pirrtir mefadar bibûya û dûwayîka daxwazkirî bihata standin.” (53)
”Mirov ji hespê xelkê zû peya dibe”
”Çawa ku li jor jî hat gotin, Komela Pêşketina Kurdistanê ji despêkê ve pişta xwe bi prensipên Wilson, dewletên Ewrupî û xasma Îngilîstanê girêdaye û xwestîye ku li gora wan prensipan û bi alîkarîya wan dewletan, ji Stanbolê Kurdistanê rizgar bike. Divê ku em li ser vê yekê jî qasek bisekinin.
Berê em bêjin ku, divê ku mirov dîtin û bîr-bawerîyên tevgerên sîyasî û rizgarîxwaz li gora rewş û mercên wan bibîne û bihêjîne, ne ku li gora rewş û mercên xwe, ne jî li gora dîtinên xwe yên sîyasî. Li gora vê bingehokê, divê ku em sîyaseta Komela Pêşketina Kurdistanê û piştgirêdana wê bi dewletên Ewrupayê, li gora rewş û mercên wê demê bihêjînin.
Wek ku her kes dizane, dewletên Ewrupî, xasma jî Îngilistan û Fransa wê demê gelek xurt bûn û li dinyayê gelek xwedînufûz bûn. Wan her du dewletan di şerê Cîhanî yê Pêşîn da zora ”Zilamê Nexweş” dewleta Osmanî biribû û hemî welatên Rojhilata Navîn dagir kiribûn. Her du dewletan jî Prensipên Wilson qebûl kiribûn û soz dabûn ku li gora wan prensipan gelên bindest ên ne Tirk bigîhînin heqê kifşkirina pêşedema xwe bi xwe. Ji alîyekî dî ve jî welatên Ereban, jibo ku xwe ji binê nîrê Osmanîyan rizgar bikin, di şer da bi wan her du dewletan ra hevkarî kiribûn. Li serbajarê dewleta Osmanîyan jî piştê windakirina şer û ketina hukumeta Partiya Yekîtî û Pêşketinê (Îttihat ve Terakki Fırkası), Partîya Azadî û Hevgirtinê (Hürriyet ve İtilaf Fırkası) hatibû ser kar; wê partîyê jî, hukumeta Osmanî ya nû jî piştgirîya Îngilistanê dikirin.
Kurta peyvê, wê demê ji Ereban heta Tirkan, her kes di piştgirî û hevkarî û hevalbendîya Îngilistanê û Fransayê da bi hev ra ketibû bezê.
Di rewşeka wisa da piştgirêdana pêşewayên Kurdan bi wan dewletan tiştekî ne xerîb bûye; dema ku her kesê ji wan dewletan hêvîya tiştekî kirîye, normal û adetî bûye ku Komela Pêşketina Kurdistanê jî ji wan hêvî û tewqeya rizgarîya Kurdistanê kirîye.”