Komela Îslamî ya Kurdistanê navê partiya xwe guhert

.

Kongreya Çarem a Komela Îslamî ya Kurdistanê biryar da, navê partiya xwe biguherîne. 

Kongreya Çarem a Komela Îslamî ya Kurdistanê biryar da, navê partiya xwe biguherîne û navê nû yê partiyê bike "Komela Dadgerî ya Kurdistanê".

Di roja duyem a Kongreya Çarem a Komela Îslamî de, bi piraniya dengên endamên kongreyê, Komela Îslamî ya Kurdistanê biryar da ku navê xwe bike Komela Dadgerî ya Kurdistanê.

Herwiha di çarçoveya kongreya çarem de, ji 68 namzetan, 22 endamên nû yên serkirdetiyê hatin hilbijartin.

Weke din di kongreyê de nasnavê rêberê partiyê jî, ji “Emîr” bo “Serok” hat guhertin û biryar e Komel gotûbêjên zêdetir li ser peyrewa navxwe ya partiyê bike û guhertinan encam bide.

Roja yekem a kongreyê, Elî Bapîr weke Serok hat hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye