Komeke ji Efrînê derbasî Başûr bûn, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî amadehiyê dike

Hejmarek ji koçberên Efrîna Rojavayê Kurdistanê gihîştin Başûrê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê amadekariya hevkariya koçberên Efrînê kiriye.

Li gor Kurdistan24ê Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed gotiye:

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya hemû xelkê belangaz e, bi taybet ji Kurdê me re jî em wek erk li ser milê xwe dibînin. Me amarên wan wergirtine û tiştê ji destê me bê em kêmasiyê tê de nakin.

Ji destpêkê ve me hemû hewlên xwe dan ji bo gihandina alîkariyan ji xelkê Efrînê re û serperişyarê dezgehê Mesrûr Barzanî jî got ku dixwazin alîkariyan bigihînin xelkê Efrînê, lê ji ber rewşa şer me nikarîn bigihin wî bajarî û niha jî ew hewla me berdewam e bo gihandina alîkariyan ji bajarê Efrînê re.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin