Komeke din a girêdayî Sûriyê gihişte Efrînê

Karwaneke din ji çekdarên Hêzên Şeibî yên ser bi hikûmeta Sûriyê gihişte herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

Çekdarên Hêzên Şeibî bi rêya otobusan hatin veguhestin û piraniya wan li gundê Aqibê yê başûrê Efrînê hatin bi cih kirin. Çekdaran ala Sûriyê li cihên bilind ên devera ku gihiştine bilind kirin.

 

Meha borî çend karwanênên çekdarên Hêzên Şeibî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê gihiştibûn Efrînê, lê heta niha di rûbirûbûna êrişên Artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên girêdayî wê de roleke wan a mezin çênebû.

 

Çalakvanên Sûriyê jî dibêjin ku niha Artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên girêdayî wê, ji bakurê rojhilatê ve ji bajarê Efrînê ji du kîlometreyan kêmtir dûr in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin