Komek rewşenbîrên Rojhilatî li dijî girtina çalakgerên Kurd dest bi kampanya haştagê dikin

.

Li dijî zordarî û zindankirina çalakgerên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê, komek rewşenbîr li ser twîtterê dest bi kampanya haştagê dikin. 

Hikûmeta Îranê, di nav mehekê de herî kêm 115 welatiyên Kurd bi behaneyên cur bi cur girt. Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê, meha Çileya îsal li bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 115 welatiyên Kurd bi behaneyên siyasî, mezhebî û çalakiyên sivîl hatine girtin.

Komek rewşenbir û ronakbirên Rojhilatî ku ji 28 kesan pêk tê, medya civakî li ser hesabê twîtterê di 7ê Sibatê saet di 19.30an de, dest bi kampanya hastagê dikin. Haştag dê li ser rûpela twîtterê penç deqîqe berî destpêkirina bahoza Twîtterê bi hesabê @KurdistanEyas bê destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin