Komariyan hişyarî da Trump: Lihevkirina bi Îranê re dê bibe felaket

.

Senatorê Komarî yê Amerîkayê yê navdar Lindsey Graham, li ser îmzekirina peymaneke li gel Îranê hişyariyeke tund da îdareya Trump.

Graham got ku eger ev peyman rê bide ku Tehran bi hêz bimîne û kontrola Tengava Hurmizê bike, ew dê "benzînê bi ser agirê nakokiyên li Îraq û Libnanê de bike."

Lindsey Graham li ser tora civakî ya Xê ragihand, heger peyman li ser wê bingehê be ku Tengava Hurmizê ji "terora Îranê" neyê parastin û şiyana Îranê ya têkdana binesaziya petrola Kendavê hebe, dê Tehran wekî hêzeke serdest derkeve holê.

Graham li ser vê yekê got, "Ev guhertina mezin a di hevsengiya hêzê ya li herêmê de, dê di paşerojê de bibe kabûsek ji bo Îsraîlê."

Graham her wiha tekezî li ser wê yekê dike ku divê armancên şer bi dest bikevin û got:

"Mirov matmayî dimîne ka çima ev şer her ji destpêkê ve dest pê kir?

Gumanên min hene ka çawa pêşiya Îranê nayê girtin ku pirsgirêkan ji bo Tengava Hurmizê derxe."

Graham diyar kir ku her peymanên rê bi mayîn û bihêzbûna Îranê bidin, dê hêzeke zêdetir bide komên çekdar ên nêzîkî Tehranê û got:

"Peymaneke ku rê bide Îran di paşerojê de kontrola Tengava Hurmizê bike, dê Hizbulaha li Libnanê û mîlîsên Şîe yên li Îraqê gelekî bi hêz bike."

Senatorê Komarî yê Texasê Ted Cruz jî li ser heman mijarê ragihand ku ew gelekî "dilgiran" e ji wan raporên ku qala peymaneke di navbera Amerîka û Îranê ya ji bo bidawîanîna şer dikin.

Ted Cruz amaje pê kir ku ew dê bibe "xeletiyeke karesatbar" eger her peymana bibe sedem ku Îran karibe uranyumê dewlemend bike, çekên atom bi pêş bixe û kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê biparêze.

Wî senatorî di posteke xwe ya li tora civakî ya Xê de, piştgiriya xwe ya ji bo êrişên destpêkê yên Amerîkayê yên li dijî Îranê ducare kir.

Wî ji Trump xwest ku ew "pêbendî wan xetên sor be ku çendîn caran eşkere kirine."

Şerê li dijî Îranê û lêçûna wî

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê 28ê Sibata 2026an dest pê kir.

Li gorî Pentagonê, heta niha lêçûna vî şerî ya ji bo Washingtonê gihîştiye 29 milyar dolaran.

Trump ragihandiye ku armanca sereke ya operasyonê têkbirina binesaziya atomê ya Îranê ye.

Lê Graham û hinek ji Komariyan dilgiran in ku îdareya niha ya Amerîkayê ji ber fişara bilindbûna bihayê sotemeniyê tawîzan bide Tehranê.

Tengava Hurmizê ku ji sedî 20ê enerjiya cîhanê tê re derbas dibe, niha bûye navenda nakokiya her du welatan.

Encamên van gotûbêjan dê nexşeya siyasî ya nû li Rojhilata Navîn xêz bike.

Kurdistan Haberleri

Kurdan 8 kursî standin
Herêma Kurdistanê di hilberîna şînahiyan de gihiştiye asta xwebesiyê
Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa siyasî ya herêmê gotûbêj kir
Komeleya Zehmetkêşan: Bi 4 dronan êrişî kampa hat kirin
Hevseroka PYDyê: Em tevlî hilbijartinên Sûriyeyê nabin