Komara Çekyayê alîkariyên bijîşkî gihandin Herêma Kurdistanê

.

 

Konsulê Giştî yê Komara Çekyayê yê li Hewlêrê Michal Svoboda alîkarî û pêwîstiyên bijîşkî pêşkêşî nexweşxaneyên her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Helebceyê kirin. 

Konsulê Giştî yê Komara Çekyayê yê li Hewlêrê Michal Svoboda alîkarî û pêwîstiyên bijîşkî pêşkêşî nexweşxaneyên her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Helebceyê kirin, pêwîstiyên bijîşkî piraniya wan ji bo nexweşxaneyên zarokan in.

Hikûmeta Çekyayê çend sal in bernameya hemahengî û geşepêdanê li Herêma Kurdistanm birêve dibe û ji sala 2017an ve alîkariyên bijîşkî pêşkêş dike.

Konsulê Giştî yê Komara Çekyayê yê li Hewlêrê Michal Svoboda diyar kir: “Em şeş hezar ton amûr û kelûpelên bijîşkî pêşkêşî Wezareta Tendirustî dikin, ku ji bo nexweşxaneyên zarokan ên Kurdistanê ne.”

Projeya bexşîna darayî di vê rewşê de ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê pêwîst e, ji ber ku kalîteya kelûpelan daketiye û ji bo başkirina xizmeta tendirustiyê dê sûdê jê werbigrin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê Efrasyab Mûsa destnîşan kir ku ev kelûpel pêwîstiyên rojane ne û dê di demeke herî de bigihin nexweşxaneyên Zaxoyê ji bo pêşkêşî xizmeta welatiyan werin kirin.

Alîkariyên bijîşkî yên welatê Çekyayê, di sala 2021ê de berdewam dibin û girîngî bi başkirina kalîteya tendirustî û çavdêriya tendirustiya zarokan û perwerde û asayîşa xurek û çaksazî didin. Alîkariyên bijîşkî jî ji bo nexweşxaneyên zarokan in li parêzgehên Herêma Kurdistanê û di vê qonaxê de her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Helebce, sûdê ji van alîkariyan werdigrin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû