Koma Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişî Ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo kirin

.

Hejmarek gencên ser bi Koma Tevgera Ciwanên Şoreşger li Rojavayê Kurdistanê bi keviran êrişî Ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo kirin û heta niha jî sedema wê nayê zanîn.

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo Berzan Ferman ragihand  ku îro Yekşemê 22yê Tebaxa 2021ê piştî nîvro hijmareke kesên ser bi Koma Tevgera Ciwanên Şoreş ve êrîşî Ofîsa Rûdawê ya li Qamîşlo kirin.

Bi gotina Berzan Ferman ev ne cara yekem e ku Koma Tevgera Ciwanên Şoreşger li Rojavayê Kurdistanê rêgirî li ber kar û xebatên wan dikin û çend pêştir jî tîma Rûdawê di dema rûmalkirina bûyerekê de heman komê ew asteng kirine û mifrofana wan ji destê wan derxistine.

Berzan Ferman herwiha da zanîn ku gencên ser bi Koma Tevgera Ciwanên Şoreşger gef li wan xwarin ku wan bixin zindanê.

Piştî êrişê Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Qamişlo peywendî bi hêzên asayiş û fermandarê wan re kir, lê di wê demê de bersiv nedan.

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye