Koça dawî ya Senela Îbrahîm: ‘Zanîngeha min a rastîn zindan e’

.

Piştî karwanekî tijî helwest û ramanên balkêş, di dîmeneke dawî ya aram de, roja Çarşema 13yê Tebaxa 2025an, perde li ser jiyana yek ji stûnên herî berbiçav ên romana Erebiyê ya nûjen hat dadan.

Wêjevanê mezin ê Misirî Senela Îbrahîm, di 88 saliya xwe de li Qahîreyê koça dawî kir. Koçkirina wî ne tenê jidestdana nivîskarekî afirîner bû, belkî bêdengbûna wijdanekî çandî bû ku heta nefesa xwe ya dawî bi pirsgirêkên civak û welatê xwe re têkildar ma û mîrateyeke edebiyata berxwedêr a ku kevn nabe li pey xwe hişt.

Mirovê ku çawa nivîsî wisa jî jiya: Jînenîgariyeke têkoşîn û prensîban

Senela Îbrahîm sala 1937an li Qahîreya paytexta Misirê, di serdemekê de ku Misir bi guhertinan dikeliya, ji dayik bû.

Ji biçûkatiya xwe ve, hişmendiya wî li ser bingeha meyla wî ya bo çepgiriyê ava bû. Ev meyl ne tenê ramaneke luks bû, belkî pabendiyeke hebûnî bû ku azadiya wî jê stand.

Lewra di sala 1959an de, Îbrahîm di nav bi hezaran girtiyên siyasî de bû ku ji aliyê rejîma Cemal Ebdilnasir ve hatin girtin û ew avêtin zindanan.

Pênc salên ku wî li Zindana Wahatê derbas kirin, îradeya wî neşikandin, belkî ew xurtir kirin û mihnet veguherandin derfetê.

Wî zindan wekî "zanîngeha xwe ya rastîn" didît ku tê de bi projeyeke wêjeyî ya zelal derket: Divê nivîsandin bibe şahidî, pirsyarî û çalakiyeke berxwedanê.

Wî ti carî dev ji vê prensîbê berneda. Di sala 2003yan de, bi awayê herî darîçav û nemir derket pêş, dema ku wî qada çandî hejand û "Xelata Foruma Qahîreyê ya Romana Erebî" li ser dikê û di weşana zindî de red kir.

Ev ne tenê redkirina xelatê bi xwe bû, belkî daxuyaniyeke siyasî ya bihêz li dijî desthilatê bû.

Senela di wê kêliya dîrokî de, xwe weke mînakekê ji bo rewşenbîrê ku nayê kirîn an kedîkirin, bi cih kir û dengê wî di serdemeke qirêj de bû sembola pakî û paqijiyê.

Dîroknûsê kêliyê: Dema ku roman dibe belgeyeke tometbarkirinê

Senela Îbrahîmê ku wekî rojnamevan dest bi karê xwe yê pîşeyî kiribû, ne romannivîsekî klasîk bû ku çîrokan vedibêje, belkî bi wateya rastîn "dîroknasê kêliyê" bû.

Wî şêwazeke bêhempa ku dikeve ser sînorê nediyar ê di navbera wêje û belgekirinê de afirand.

Senela vegotina xwe ya romanvanî bi belgeyên xav xemiland: parçeyên biçûk ji rojnameyan, reklamên bazirganî, raporên fermî û arşîvên ji bîr çûyî. Bi vê teknîkê jî, wî romanên xwe veguherandin panoramayeke zindî û bi êş a dîroka hevdem a Misrê û tiştê ku dîroka fermî hewl dida veşêre, eşkere kir.

Zimanê wî jî, sade û kûr bû, zimanekî raporî, hişk û bi zanebûn xwerû bû, mîna sarbûna raporên otopsiyê. Wisa dixuya ku wî dixwest her hesteke ku dibe rastiya tal veşêre, ji vegotinê dûr bixe. Di bin vî rûyê bêalî de, cîhanên Kafkaeskî yên xeniqîner dikeliyan, ku tê de takekes di bin giraniya burokrasiyeke pûç de dihate perçiqandin, civak hêdî hêdî hildiweşiya û tiştan wateya xwe winda dikir.

Ji "Ew Bêhn" heta "Komîte": Nîşaneyên li ser rêya serhildanê

Senela Îbrahîm pirtûkxaneyek ji berhemên ku her yek ji wan di edebiyata Erebî de bûye qonaxeke girîng, li pey xwe hişt.

Romana wî ya yekem "Ew Bêhn" (1966) qîrîneke destpêkê bû li dijî xerîbî û valahiya hebûnî û ji ber wêrekiya xwe bîst salan hate qedexekirin.

Romana wî ya îkonîk "Komîte" (1981) şahesereke kabûsî û sembolîk bû li ser mekanîzmayên desthilatdariyê û lêpirsînê û li ser takekesê ku neçar dimîne li hember sîstemeke nediyar serê xwe bixwe.

Di destana xwe ya civakî "Zat" (1992) de, Îbrahîm bi awayekî hûr civaka Misrê û guhertinên wê ji serdema Nasirî heta serdema Sadat û paşê serdema Mubarek şîrove kir.

Ev yek bi rêya jiyana lehenga wî ya ku di beşa arşîvê de dixebitî pêk dihat, loma roman bi xwe bû arşîva hilweşîna çîna navîn û xewnên wê.

Pênûsa wî bi karûbar û pirsgirêkên Misrê re tenê sînordar nema, belkî berê xwe da derdên herêmê jî weke romana "Beyrût Beyrût" ku kete kûrahiya şerê navxweyî yê Libnanê û romana "Werde" ku dîroka şoreşa Zefar a ji bîr çûyî li Omanê vejand.

Navborî gelek xelatên girîng ên Erebî wergirtibûn, wekî "Xelata Îbn Ruşd ji bo Ramana Azad" di sala 2004an de û "Xelata Kavafîs a Wêjeyê" di sala 2017an de.

Mîrateyeke ku namire

Bi koça dawî ya Senela Îbrahîm piştî nexweşiyê, çanda Erebî ne tenê nivîskarek lê ji wiha zêdetir winda kir. Wê dengekî rexneyî yê wêrek, rewşenbîrekî organîk ku heta dawiyê li ser prensîbên xwe ma, winda kir.

Senela jiyaneke sade mîna lehengên xwe derbas kir, dûrî roniyên sexte yên navdariyê. Ew projeyeke exlaqî ya tekûz bû ku îsbat kir peyv dikare bibe helwest û edebiyat dikare bibe çek.

Tevî bêdengiya laşê wî, dengê wî dê di her rûpela ku wî nivîsandiye de bi awayekî bilind deng vede; weke şahidê serdema xwe û weke dibistanekê ji bo rûmeta wêjeyî û hêza mirovî.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Şelal Gedo: Divê Pirsa Kurd ji pirsa HSDê cuda bê dîtin, gotara Tirkiyeyê jî guheriye
Di peymana hevkariya leşkerî ya Tirkiye û Sûriyeyê de çi heye?
Li Deryaya Egeyê zêdetirî 90 koçberên Kurd hatin rizgarkirin
UNICEF dixwaze zarokên li Siwêdayê bên parastin
Senatorê Amerîkî bertek nîşanî pêşnûmeya Heşdî Şebî ya Iraqê da!