Kirmaşan – Kolberek di êrişa pasdarên Îranê de hat kuştin

.

 Li bajarokê Serpêla Zehaw yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd di êrişa pasdarên Îranê de hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 26 vê mehê li devera Teng Hema ya bajarokê Serpêla Zehaw li parêzgeha Kirmaşan, komek kolber rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Qubad Rehmanî (28 salî) û xelkê gundê Remk yê Kirmaşanê hat kuştin.

Li gorî amarên Hengaw, di heyama meha borî de herî kêm 24 kolberên kurd di êrişa pasdarên Îranê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye