Kirêya xwendina taybet li Kurdistanê %10 hate kêmkirin

Li Herêma Kurdistanê kirêya xwendinê ya îsal bi rêjeya %10 bo tevahîya qutabxane û peymangehên taybet hate kêmkirin.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pereyê xwarin û veguhestinê bo mehên Adar, Nîsan û Gulanlê nayê wergirtin û ew biryar ji di berjewendiay welatîyan de ye. 

Wezareta Perwerdê dibêje ku ew biryar, wan qutabîyan nagire ku xwedîkerên wan pileyên bilind ên taybet hene di kerta hikûmî, medenî û serbazî de çi dayîk be yan bav be.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Perwerdeyê daşikandin heta 28ê Gulanê 2020aan kar pê tê kirin.

Herwiha dibêje tevahîya qutabxane û peymangehan divê pabendî naveroka girêbesta xwe li gel mamostayan bin û mûçeya wan xerc bikin û eger wisa nekin sala bê nikarin xwendevanan werbigrin. 

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye