Kiran: Divê li hember êrîşên dijî Kurdan nerazîbûna xwe nîşan bidin

.

Mafnas Ebdulmenaf Kiran li ser zêdebûn êrîşên nijadperestî yên li dijî Kurdan li Tirkiyê diyar kir ku divê Kurd bi rêyên demokratîk xwepêşandanan li dar bixin û nerazîbûna xwe bînin ziman.

Ebdulmenaf Kiran ji bajarê Aydinê yê Tirkiyê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser zêdebûna êrîşên nijadperestan ên li dijî Kurdan axivî.

Kiran bal kişand ser wê yekê ku “niha sazûmana Tirkiyê hebûna Kurdan li Tirkiyê qebûl nake, perwerdehiya ji dibistanê heta zanîngehan, tê de behsa ku Kurd jî netewek in û hemwelatiyên Tirkiyê ne û xwediyê maf û vê axê ne, nayê kirin. Dibêje Tirkiye welatê Tirkan e.”

Mafnas Ebdulmenaf Kiran diyar kir: “Nijadperestî li Tirkiyê her tim li ser piya ye û pere jî dike, niha hikûmeta aniha jî şirîkê wê MHP partiyeke gelek nijadperest e, li dijî mafên Kurdan e, rejîmeke li dijî Kurdan dixwazin bidin avakirin, ji ber vê yekê gava bi Kurdî însan qise dikin û dibêjin em Kurd in, li Tirkiyê ji aliyê hinek nijadperestan ve, ev yek nayê qebûlkirin û weke ku dest avêtine malên wan, dest avêtine welatê wan, weke ku welatê wan perçe bikin û zimanê wan qedexe bikin.”

Ebdulmenaf Kiran dibêje: “Divê Kurd bi rêyên demokratîk xwepêşandanan li dar bixin, xwestekên xwe û nerazîbûna xwe bînin ziman.”


K24

Kurdistan Haberleri

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de
Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir