Kewa di qefesê de

Rohat DENÎZ

Rohat Denîz

Kurd li Dêrsimê, li Çapakçûrê, li Zagrosan bermayek çandî ne; Kurd, qabîleyên ji hevdu ketine, zimanekî nayê têgihiştin, bermayên terîqeta ne. Di jêra koloniyan re ne, rewşek sergo ye û sergoyê wek gorîstanan e.

Pêwîst e civata Kurd bibe dijkapîtalîst, dewleta netewî dijî sosyalîzmê ye, ji ber vê yekê me armanca dewleta netewî serûbin kir. PKK tevgêreke ku hebûna Kudistanê derxistiye holê, sererdê. Di esasê PKKê de, “her netew, xwedîyê mafê ku qedera xwe bi destê xwe hilbijêre” heye. Armanca me ya esasî, Kurdistanek, yekgirtî û azad bû. Lê me dît ku, ev model tu têkiliya wê bi azadiya netewên sosyalist re tune ye. Dewletên netewî ji kapîtalîzmê re xizmet kirine, bi sosyalîzmê jî bên avakirin, dîsa modelek kapîtalîst e. Şerê me yê çekdarî, bi stratejîya avakirina dewletek netewî bû, devjêberdana vê armancê û derbasbûna programa civata demokratik pêwîst bû. Ji dêvla dewleta netewî, netewîya demokratik.

Şensa ku Komara Turkîyê xwe nû bike, xwe demokratik bike û ji herêmê re pêşkêşîyê bike, wê çêbibe.

… Malbata Barzaniyan, Bedirxaniyan, heta neviyên Şêx Seîd, neviyên Seyid Riza tev bûne Judenrat . Ji bo malbatên xwe rizgar bikin Kurdan îmha dikin.  (Ocalan, E. 2025)

Apo dibêje: Şerê me yê çekdarî li hember Turkiyê şaşiyek bû. Em zanibin ji sedî sed emê biserkevin jî dîsa em guleyekê nateqînin. (Notên Îmralî 2005) Serhildana PKKê, bi girtina serokê wê di çardeh saliya xwe de diqede. Piştî Ocalan, 1999an de hat girtin, hêzên xwe yên çekdarî derxistin ji derveyî welêt û bi vê yekî dawî li şerê çekdarî anî. Lê di sala 2004an de, Ocalan dîsa ji bo şer ferman da, li hember dewleta Turkiyê şer destpê kir. Lê wek Y. Kuçuk dibêje, “PKKê neqedînin, bitenê berê çekên wan biguherînin. Şerê dij Kurdan bi rêya Kurdan kare bê kirin, yan na ne mimkun e.” Ji xwe li hêmber dewlet û hêzên dewletê tu çalaki nehatine kirin.

Di serhildana Kobanê (2014) de gelê Kurd, bi taybetî jî ciwanên Kurd bi hêrsa netewî bertekên xurt nişan dan. Hemî Kurdên neteweperwer û welatparêz bi girseyek mezin di kolanan de xwe rêdan.  Di çend rojan de bajarên Kurdistanê li dagirkeran kirin dojeh. Bi hestek netewî ya xurt çûna pêşmergayan ya ji bo Kobanê, pêşwazî kirin. Bêguman ev hestên netewî û xurt dewleta Turkiyê eciz kir, ji bo vê pêla welatparêz û neteweperwer têk bibin, ew jî li çareyan digeriyan, bi tena serê xwe nikarîbûn ev yek bikirina, lê bi rêya PKKê ev yek hêsan bû. PKKê bajarên ji bo alîkariya Kobanê bertekên xurt nîşandabû kirin armanc, li wan deveran çek û hinek gerîla bi cîh kirin (dewletê jî xwe li kerrî û korî danî) û alîkarî ji gel xwestin; bi hezaran xort û qîzên Kurdan kişandin nava xendekan û gava şerê xendekan dest pê kir, li deverên din tu berxwedan ne kirin, ew bi tenê hiştin. Ew reha ciwan, çalak û welatparêz hemî di şerê xendekan bi kuştinkirin dan. Paşê jî Duran Kalkanê bêje, “Me nizanîbû dewlet ewqas bê ûjdan e.” Tiştekî balkêş e, piştî şerê xendekan, tu kesî behsa vê mijarê nekir; ne alîgirên PKKê û ne alîgirên dewletê. 

Di nava Kurda de, nêçirvanê kewan ji bo nêçira kewan wiha dikin; kewên jîr, bedew û yên xweş xwende hîn ji çêliktiyê de xwedî dikin, gava ji bo nêçirê amade dibin, dixin qefesekê û di dema nêçîrê de wan dibin di nava dar û çiloyan de vedişêrin. Gava kewê di qefesê de dest bi xwendinê dike, kewên din bi nezanî tên cem wê/wî bi vî awayê dikevin dafikê. Yan tên girtin yan tên kuştin. Gelo ji serê serhildanê heta bûyerên Xendekan, qirkirina Kurdan jêhatîbûna kewa di qefesê de ye yan jî ya “judenrat”ê Kurda ne?