Keştiyên Rûsyayê wê li peravên Sûriyê tetbîqatê bikin

Piştî gengeşeya navbera Rûsya û Amerîkayê zêde bû, Mosko biryarê da ku li peravên Sûriyê bi keştiyên xwe tetbîqatê bikin.

Pispor dibêjin ku dema tetbîqatê balkêşe û tetbîqat bi xwe vate ye. Keştiyên ser bi hêza deryayî yên Rûsyayê, di 11 ê nîsanê de dest bi tetbîqatê kirin û ciyê wê nêzî peravên Sûriyê ne.

Rûsya wê ‘dazanîna xebatkarên hewayî ya navdewletî’ (NOTAM) û hişyariyên bo behrevanan wê bişopînin. Rûsya koordînatên ciyê tetbîqatê û wexta wan da: Ciyê wan ji sînorê Behra Sûriyê destpêdike û di nava avên navdewletî de ye. Di 11-12,17-19 û 25-26ê nîsanê de bi wextê Moskova siet di navbera 10.00 û 18.00dan de wê tetbîqat bêkirin.

Hêzên deryayî yên operasyonel yên Rûsyayê li dora 15 keştiyên şer in. Di nava wan de ji bilî keştiyên noqavê fuzeyên kalibre yên seyrê, firqeteyna  Admiral Grigorovich û ya Admiral Essen ku çek hildigrin hene.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin