Keştiyên Îranê barên xwe rasterast vediguhezin Sûriyê

.

Serokê Jûra Bazirganî ya Hevbeş a Îranî-Sûrî Keywan Kaşifî ragihand; xeta deryayî ya veguhestina bar ji bendera Ebas ve ji ser Kendavê ber bi Bendera Laziqiye hat pêkanîn.

Li gor gotina Keywan Kaşifî, yekem keştiya barhilgir dê di 10ê Adarê de ji bendera Ebas ber bi bendera Laziqiye bi rê bikeve û tê payîn ku ew keştî her meh alavên hinardekirî ji Îranê ber bi Sûriyê bibe.

Ev alavên hinardekirî dê qebareya hinardekirina Îranê zêde bike, eger şiyana bazirganiya navbera van her du welatan zêde bike, dê çend xetên din jî ji bo veguhestinê werin pêkanîn.

Keywan Kaşifî diyar kiriye ku hemû bazirgan eger bixwazin, dikarin alavên xwe hinardeyî Sûriyê bikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye