Keştiya koçberan noqav bû û 74 koçber fetisîn

.

Li peravên welatê Lîbyayê keştiya ku koçberan dibir Awrûpayê noqav bû û di encamê de herî kêm 74 koçber fetisîn. Sedema noqavbûna keştiyê ew bû ku tê de ariza çêbû.

Mijar ji aliyê Neteweyên Hevgirtî ji Ajansa Koçberan hat ragihandin. Di keştiyê de 120 kes hebûne û di nava wan de zarok û jin jî hene. Hêzên ewlehiya peravên Lîbyayê û masîgirên deverê 31 koçberan rizgar kirine.

Ji sala 2004 an heya niha di Derya Sipî de di ser 20 hezaran de koçber di avê de fetisîne.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye