KESKê li Amedê mitîngek li dar xist

Kedkarên ku ji mûçeyên xwe, ji qeyrana aborî û siyasî aciz in, doh yekşemê 16ê Kanûnê li Amedê li dijî hejarî û bêkariyê mitîngek li dar xist. Karker û fermanberên ji 14 bajaran tevli mitînga Amedê bûn û xwestin dewlet mûçeyê wan zêde bike.

Karker û karmendên 10 sendîkayên di bin banê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê KESK'ê de, li Amedê mitîngek bi navê "Li dijî hejarî û bêkariyê têbikoşe" li dar xist.

 

Ji 14 bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran karmend, tevlî vê mitîngê bûn.

 

Rêveberên KESK'ê bal kişandin ku li Tirkiyeyê qeyraneke aborî û siyasî heye û li hemberî enflasyon û dowîzê ji sedî 30 mûçeyên wan heliyane.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin