KESK li Amedê daxuyaniyek da

Şaxên Amedê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Amedê li ser aboriya Tirkiyê daxuyaniyek da û got ne ku enflayon daketiye, bi hewla TUÎKê weke daketî didin nîşandan.

Şaxên Amedê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Amedê daxuyaniek da û polîtîkayên aborî yên Hikûmeta Tirkiyê rexne kir. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li seranserê cîhanê ne pêkan e ku wexta enflasyon dakeve, bihaya sûk û bazaran herûher bihatir bibe lêbelê TUÎK di vê pêvajoya ku enflasyon, faîz û bihaya jiyanê gihîştiye asta herî bilind, îdia dike ku enflasyon daketiye. Digel ku enflasyona rasteqîn dora ji %50ê ye jî, TUÎKê bi fermana hikûmetê wisa kiriye ku enflasyon wek % 20.3an nîşan bide.

Di daxuyaniyê de daneyên TUÎKê wek ji rastiya welatiyan dûr hate destnîşankirin û hat gotin ku dixwazin berdêla giran a aboriyê bixin stuyê kedkar û welatiyan. Armanca hikûmetê ne daxistina rêjeya enflasyonê ye, bes hewl didin enflasyonê ji rastiyê daketîtir nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li dijî vê rewşê, rêxistina ku dengê xwe bilind dike tenê KESK bixwe ye û ew ên ku xwe weke mezintirîn û tekane nûnerên kedkaran pênase dikin dema parastina mafên kedkaran de naxuyên. 

Di daxuyaniyê de kedkaran daxwaza nûkirina rêkeftina giştî ya 2017an kir ku êdî ne guncanî rastiyê ye û herwiha xwestin di mûçeyan de ne li gorî rêjeya enflasyona ku hatiye destnîşankirin, li gorî enflasyona rasteqîn zêdekirinê bikin.

Herwiha hat xwestin zêdekirinên di pêwistiyên esasî ên wekî gaza siruştî, kareba, av, nan û hwd. bêne paşvekişandin û zilma bacê jî ji holê were rakirin û kedkarên ku bi neheqî bi KHKyan ji kar hatine dûrxistin, vegerînin karên xwe.

 

 

 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Li Îzmîrê Seredana PSK, HAK-PAR û KED-DERê Kir
Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin
PWKyê Li Amedê Ji Bo Roja Zimanê Kurdî Semînerek Li Dar Xist
15’ê Gulanê!..
Farhan Haq: Divê rayedarên Sûriyeyê hemû pîvanên mafên mirovan bişopînin