Kesê bêrêzî li Demîrtaş kiribû hat berdan

Ew kesê ji ber gotinên kirêt û bêedep ên li dijî Başak Demîrtaş hatibû desteserkirin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan - Serdozgerîya bajarê Sakaryayê duh ragihandibû ew kesê ku li hejmara xwe ya Twîtterê bi gotinên kirêt û bêedeb êrişî Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş, kiribû hatîye desteserkirin.

Li gor zanyarîyan ew kesê bi navê V.Y piştî karûbarên li navenda polîs a li wî bajarî , îro hat berdan û hatîye belavkirin ku karûbarên mamê wî kesî yê bi navê V.M berdewam in û ew hîn nehatîye berdan.

Ev di demekê de ye ku roja Şemîyê di demjimêrên êvarî de, kesê bi navê V.Y li hejmara xwe ya Twitterê bi gotinên kirêt, bêrêz û bêedeb êrişî Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDPê kiribû û vê yekê karvedaneke cidî bi xwe re anibû û bûbû cihê nerazîbûneke mezin.

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê