Keşayê Emerîkî Andrew Brunson hate berdan

Danişîna Doza Keşayê Emerîkî Andrew Brunson, îro li 2yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê pêk hat. Dadgeh biryara serbestberdana Brunsonî da.

Îro li Îzmîrê, danişîna doza dadgehîkirina Keşayê Emerîkî Andrew Brunson pêk hat.

Di danişînê de Dadgeh, cezaya 3 sal û mehek û 15 rojan bo Brunsonî birrî û biryara serbestberdana wî da.

Herwiha qedexeya derketina derveyî welêt û cezaya zindanîkirina li malê ji ser Brûnsonî hate rakirin.

Girtina Keşayê Adrew Brunsonî rageşiyeke pir giran li ser têkiliya Emerîka û Tirkiyeyê kiribû û bûbû sebeba hin sepandinên aborî li ser Tirkiyeyê û bandoreke neyînî li ser aboriya Tirkiyeyê kiribû.

Rojnameyên Emerîkî û cîhanê, pêşbînî dikirin Brunson 12 vê mehê wê were berdan ku wate jê danişîna îro bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin