Kerry:YPG ji Rojavayê Firatê vedikişe, R:Xelîl: Em venakişin

Kerry:YPG ji Rojavayê Firatê vedikişe, R:Xelîl: Em venakişin

Piştî dagirkirina hêzên tirk ya Cerablûsê, man û nemana hêzên YPGê li Rojavayê Firatê bû mijara sereke.

Fermandarê YPGê Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de got: Bira kes ji me nexwaze ku em ji erda xwe derên.

Li aliyê dinê li gorî ragihandinên medyaya tirk wezîrê karên derva yê DYAyê Kerry vê sibehê bi telefonê li wezîrê karên derva yê tirk Çavûşoglu geriyeya û gotiye; YPG ji Rojavayê Firatê vedikişe.

Weke tê zanîn Tirkan bi armanca herêmên Kurdan negihêjin hev ji hêzên hevpeyman bisrar daxwaz dikir ku hêzên kurd derbasî Rojavayê Firatê nebin. Hêzên kurd ji bo rizgarkirina Minbicê derbasî Rojavayê Firatê bûbûn û dil dikirin Babê jî ji bin destê DAÎŞê rizgar bikin.

Divê bê bibîranîn ku hêzên tirk ji doh ve Cerablûs dagirkirine, lê di navbera wan û DAÎŞê de jî çi şer û pêvçûn derneketiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin