(Ew nivîs ji bo bala welatparêzan kişandinê ye!..)
Kurd û Kurdistan, an jî Kerkûk û Musil çawa bi hevûdu re hatine girêdayin. Ewna qet ji hevûdu cüda nabin!
Di dîroka welatan de sînor jî tên guhartin! Lê bele hebûna bajar û wargehan yê çava bikeve destên neyaran ku yên hebûna xwe li ser tunetiya te ava dikin?!. Di dirokê cîhanê de dîroknivîskar di berhemên xwe de dema li ser bajarên Kerkûk û Musilê agahi didin û dibêjin:”Kerûk û Musul gelhê xwe piraniya wan Kurdin! Her du bajar, ew bajarên Kurdanin!..” Ew agahiya gotinên rast in!..
Kerkûk, dîroka xwe ya kevn de bi taybetmendiya xwe ya bi piralî wek Kurd, Tirkmen, Ereb, Aşûrî tê naskirin. Lê belê di gelek serdeman de nifûsa Kurd li navçeya bajêr û derdora Kerkûkê nifûsa sereke ya herî mezin e! Heya roja îro jî weliyên Kerkûkê ji Kurdan têne hilbijartin!.. Li gorî gelek çavkaniyan Kerkûk û derdora wê ji berê virde herêmeke Kurdnişîn bûye! Di wan deman de heya îro nifûsa wê bi taybetî heya ew salên dawî wekî "Kurd" hatiye pejirandin û hatiye pênasekirin!.. Di navbeyna salên 1945-1960'î de, her çiqas li vê navçeyê guhertina demografiyê hebe jî, Kerkûk wekî navendeke girîng ya Kurdan li Başûrê Kurdistanê her dem têye nasîn! Çi mixabin ew salên dawî de Kurdên siyasî ku li dijî hevûdu ne, wana wek têye xwestin Kerkûk hema hema ew teslîmî Tirkmen û Ereban kirine!..
Di navbeynê salên 1970 û 1980 yî de, dema rejîma faşistên Baas da Erebkirina Kerkukê gihiştî herî lutka jor! Kerkuk, ji ber ku navenda petrolê bû, zûtirîn ew kirin bajarekî Ereban!.. Bi hezaran Kurd û Tirkmen neçar man ku ji bajêr derkevin û bibin koçber!..
Piştî Rûxandina Rêjîma Beas ya Faşîst, gelek Kurdên ku bi darê zorê hatibûn koçberkirin, paşê dîsa bi vegerîna wan Kerkûkê û hevsengiya nifûsê giraniya xwe wek berê kete destê Kurdan!..
Gelo Kurd ji hevûdu çi dixwazin ku welatekî xwe wek Kerkûkê didin dest dijberên xwe?!. Erda Kerkûkê binerda xwe wek behra niftê ye! Ji bo vê Nemir Mola Mustafa Barzanî gotiyê:“Kerkûk dilê Kurd e!..“ Em dibêjin: Bê dil jiyan nabe!.. Gelo Kurdên Başûr xasima Partiyê Demokrat Kurdistan û Yekitiyê Nîştîmanî Kurdistan ji salan vir de hin dibêjin ji hevûdu qasî 35 hezar pêşperge kuştine!.. Îro jî bi siyaset dixwazin hevûdu ji holê rakin! Bi hevûdu re nikarine ku bidin û bistînin, bi tev hikumatê dewleta Kurd ya Federal ava bikin!.. Bi dek û dolavan bajarên qadîm yên Kurdistanê pêşkeşî Erabên nîjadperest dikin!.. Bi kurtasî, Kerkûk bi dîroka xwe bajarekî Kurdan ku, Kurd bi gelemperî lê Kurdnişînin!..
Tirkmen û Ereb paşê hatine li wê navçeyê cîhwar bûyîne! Îro rêvaberiya bajêr dema Tirkmen û Ereb dibin yek û alîkî Kurdaan jî,ji wan re dibe alîkar, wê demê piraniya rêvaberiya Kerkûkê û walî dikeve destên wî alî!.. Gotinek Kurdan heye û tê gotin ku:“Tu berjêr tû bike rihne, berjor tû bike simbêl in!“ Mesele YNK û PDK jî wûsa ye! Aliyek bê guman sûçdar e! Bi suçdar kirinê tiştek dest Kurdan nakevê! Hem herdû alî jî, hem jî hemî Kurd doza xwe winda dikin!.. Bi gotinek dîn:Neyar Kurdan bera hevûdu dide! Başê jî li hember wana seyr dike! Meselê Kerkûkê dema dibe di pirsgirekêda ne bes Ereb hene! Yên dozê û pirsgirekê şelû dikin Tirkin!.. Dema Kurd nebin lîstikên neyaran, wê demê jî Kurd yê serkein û serfîraz bibin!..
Bajarê dîn yê Kurdistanê di dîroka kevnar de yê têye nasîn û mezin bajarê Musilê ye! Bajar li Başûrê Kurdistanê û li bakurê İraqê ye! Ew navenda valitiya Nînova ye. İro bi Komara İraqê va hatiye girêdayîn û ji Bexdayê şûnda mezintirîn bajarê Komara İraqê yê duwemîn e! Di dema xwe de ew bajara li rojavayê Diclê hatiyê damezrandin. Paşê bajar li Rojhilatê Diclê jî dîsa bi gelemperiya Kurdnîşînan mezintir bûye!.. Ew bajarê di dîrokê de qadîm, hezar sal zêdetir e ku Kurd lê dijîn! Bajar pir salan di bin nîrê Osmaniyan de maye!
Dîroknas, misyoner û gerok (seyyah) John Henry Newman ( 21. Sebat 1801- Agust 1890) ji bo Musilê dibêje:“Ji hezar salan vir de Musil bajarekî Kurdan têye nasîn! Bajar û derdora bajar hemî Kurd lê dijîn!“ dibêje!.. Di dema Osmaniyan de heya şerê cîhanê yekemîn, Osmanî jî Musilê wek erdnigariya Kurdistanê dipejêrin (qebul dikin). Çi mixabin bi dagirkirina Îngilizan ji sala 1920 an şunda bajar têye Erebkirin! Dema dewleta İraqê sala 1921 an hate damezrandin şunda Îngîlîz, Kurdan, Erebên Sunî û Şiyî tînin cem hevûdu! Paşê jî Musilê, Bexdadê û wilayeta Basra bi hev girê didin!..
Îro di dema em tê da ddijîn têye gotin ku:“Piraniya gelhe Ereb e! Lê bi hezaran Kurd îro jî li wir cîhwar in! Gelê Musilê yên dîn Aşurî, Tirkmen, Şebek hemî bi hevra li Musilê dijîn. Bi kurtahî heya salên 1920 an demografiya Kurdan giraniya gelheya bajêr tîne holê!.. Ji wê demê virde bandora nasyonalîzma Ereban her wûha bi rêya faşîzmê tesîra xwe her berdewam dike!..
Bi kurtahî Kerkûk û Musil bajarên Kurdistanê yên qadîmin! Cara yekem gotina peyva "Kurdistan" di sedsala 12 an de hatiye bikaranîn!.. Siltanê Selçukiyan, Siltan Sencer, yekemcar navê Kurdistanê wek welatek bikaraniye!.. Her wûha li sala 1298 an gerokê Ewrûpeyê yê navdar Marko Polo jî ew peyva „Kurdistan“ an di serboriyên xwe de bi kar anîye!.. Di hin çavkaniyên Moxolan de jî di sedsala 14 an de behsê Kurdistanê têye kirin. Reşîdûdîn Fezlullah Hemedanî jî di sala 1318ê de peyva Kurdistanê bikartîne.
Hozanê Kurdistanê yê nemir Melayê Cizîrî (1567-1649) dema behsa Kurdistanê dike û dibêje:
Gula baxê îrem û botan im! Şebçiraxê şevên Kurdistan im!.. |
|
Di dîrokê Osmaniyan de gerok Ewliya Çelebî di pirtûka xwe ya bi navê „Seyhatname“ de dibêje ku parêzgehên Kurdistanê yên mezin û nav û deng ewin: „ Erzerom, Wan, Hekarî, Amed, Cizîr, Amêdiye, Şehrezûr û Erdelan“ ji wana hinekin! Di dema Osmaniyan de Kurd ewqas wek îro ne bibdest bûn! Mamosteyên zarokên padişahên Osmanî perwerde dikirin piraniya wan Kurd bûn. Di saraya Osmaniyan de heya dawî tarîqata „Naxşîbendî“ ji aliyê olî de serdest bû! Têye gotin ku di zaroktiya Fatîh Siltan Mehmed de „Mola Goranî“ ji Goran heya Sitenbolê çûyê û bûyê mamosteyê wî!..
Navê Kurd û Kurdistanê dema nijatperestiya Tirkan bi sazkirina „Cumhuriyetê“ dest pêkirye heya roja îro têye!.. Bi Peymana Lozanê „Dewleta Tirk“ tescîl bû şunda Kurdistan berê du parçe bûn! Ji wê şunda ew kirin çar perçeyan!..
Bi kurtahî di dîroka kevnarda siltanê Osmaniyan Yavuz Siltan Sileman (I. Selîm) di sala 1517 an de Musil û Kerkuk dagir kir! Di dema Kanunî Siltan Sileman de jî bajar û navçeya Musilê bû „Eyaleta Musilê“!..
Di dîroka Kurdistanê de qasî zirara Tirk û Îngîlîzan dayîn Kurdan, tu miletên dîn ewqas zirar nedayîne Kurd û Kurdistanê!..
16 Avrîl 2026
Abuzer Balî Han