Kerkûk: Sembolên kurdî jî guhartin!

Berê Alaya Kurdistanê hat daxistin, navên kolanan hatin guhertin û peyker û portreyên kurdî ji bajêr hatin rakirin

Piştî kontrolkirina bajêr ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şebî ve sembol û nîşaneyên Kurdistanê yên li bajarê Kerkûkê dihên tunekirin.

Berê Alaya Kurdistanê hat daxistin, navên kolanan hatin guhertin û peyker û portreyên kurdî ji bajêr hatin rakirin.Niha destûr nayê dayîn ku alaya Kurdistanê li avahiyên partiyên kurdî jî bihên dalîqandin.

Herî dawî navê Fermandarê Cepheya Başûrê Kerkûkê yê kurd Şerko Şiwanî bi navê Yildirim Demirci yê tirkmen re hat guhartin.

Şêrko Şiwani ku di 2015an de şerê li dijî DAIŞê jiyana xwe ji dest dabû û navê wî li kolanekê Kerkukê  hatibû dayîn. Lê navê wî bi navê cerrahê tirkmen Yildirim Demirci ku di sala 2011an de ji aliyê kesên nenas ve hatîye kuştin ve guhartin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin