Kerkûk.. Malbata werzişvanekî Kurd rastî êrîşeke çekdarî hat

.

Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser malbata werzişvanê Kurd Mihemed Şemsedîn kirin û di encamê de jin û zarokeke wî birîndar bûn.

 Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser malbata werzişvanê Kurd Mihemed Şemsedîn kirin û di encamê de jin û zarokeke wî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan jî, çekdarên DAIŞê li navçeya El-Feyleq a Kerkûkê teqe li malbata werzişvanê Kurd ê rakirina giraniyan Mihemed Şemsedîn kirin û di encamê de jin û zarokeke wî birîndar bûn.

Mihemed Şemsedîn ji medyaya Iraqê re ragihand, piştî êrîşê jin û zaroka wî bo nexweşxaneyê hatin rakirin, bêyî ku zanyariyan li ser rewşa wan bide.

Mihemed Şemsedîn werzişvanekî Kurd ê rakirina giraniyan e û ji sala 2005an ve 28 xelatên li ser asta Iraqê wergirtine. .

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye