Kerkûk | Li Dilê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin

.

Tevî hemû cûre astengiyên rêveberiya parêzgariya sepandî ya Kerkûkê jî gelê Kurd ê li Kerkûka Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê vêxist û bi cil û bergên netewî dest pîrozbahiyên cejnê kir.

Ji dema xiyaneta 16ê Cotmeha sala 2017an ve bajarê Kerkûkê ku wek dilê Kurdistanê tê zanîn, ji aliyê artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî ve hatiye dagirkirin û ji wê rojê ve astengî û binpêkirinên zêde li dijî kurdên Kerkûkê tê kirin ku piraniya serjimariya Kerkûkê Kurd in.

Tevî hemû astengî û rêgiriyan ku parêzgariya sepandî nehişt Newroz li Qela Kerkûkê bê pîrozkirin jî xelkê Kerkûkê deverên cûda yên bajêr Newroza 2021ê bi vêxistina agir pîroz dike.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye