Kerkûk/ Êrîş birin ser Heşda Şeibî

Jêderekî emnî li parêzgeha Kerkûkê ji medya Iraqî û Erebî re ragihand, ku bi sedema teqîna bombeyeke vedayî, çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên wî jêderî, duh êvarî, dema ku kerwanekî çekdarên Heşdê li gundê "Necatiye" yê ser bi bajarê Hewîce ve derbas bû, ew bombe bi wî kerwanî ve teqiya, yek ji çekdaran hat kuştin û 6 birîndar bûn û ew ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî, ku çekdarên Heşdê û artêşa Iraqê derbasî Kerkûkê û navçeyên derdorê hatin kirin, heya niha rewşa emnî li wan navçeyan aram nebûye.

Derbarê vê mijarê, rêvebirê rewşenibîrî û ragihandinê di wezareta Pêşmerge de Helgurd Hikmet, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku "Girûpa çekdarên DAIŞê li herdu parêzgehên Kerkûk û Nînewa, çekdarên xwe rêk dixe".

Herwiha ev demek e li başûrê rojavayê Kerkûkê, çendîn êrîşî li ser çekdarên Heşdê tên kirin û di meha derbasbûyî de, li wê navçeyê çekdarên DAIŞê 29 çekdarên ser bi Heşdê ve kuştin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin