Erebên hawirde li nahiyeya Leylanê ya Kerkûkê li ber çavên xwediyên wan zeviyên wan cot dikin.
Cotkarên Kurd dinalin û dibêjin, "Zevî yê bav û kalên min e lê ez nikarim tiştekî bikim."
Mihemed Emîn bi çavê xwe dibîne bê çawa zeviyê çandiniyê yê ku mîrasa bav û kalên wî ye, tê cotkirin û tov tê de tê çandin.
Hawar û giliyên wî jî bê encam in. Ev çîroka wê dagirkeriyê ye ku li gundê Turkeşkanê yê nahiyeya Leylanê, li ber çavên yasa û xelkê li hemberî cotkarên Kurd tê kirin.
Cotkar Mihemed diyar kir ku hemû belgeyên fermî di destê wî de ne ku diselimînin zevî yê wî ye lê ew kesên ku dest daniye ser û Madeya 140î ya destûra Îraqê wan li xwe digire, pişta xwe dane biryareke dadgehê ku bêyî li ber çavgirtina Madeya 140 û yasayên parlamentoyê derketiye.
Mihemed ji Rûdawê re axivî û got:
"Traktora Erebên hawirde li ser zeviyê bav û kalên min cot dike.
Çend caran bi rêya berpirsên nahiye û navçeyê hatine agahdarkirin ku nêzîkî zeviyên Kurd û Tirkmenan nebin, ji ber ku biryareke parlamentoyê derketiye."
Li gorî gotina cotkarê Kurd, di destê wan kesên ku mijûlî cotkirina zeviyê bûn de nivîsek hebûye ku qaşo biryara dadgehê ye û bi dengê bilind jê re gotiye, "Zevî yê me ye û Madeya 140î me li xwe nagire."
"Çandiniya Kerkûkê girêbesta Erebên hawirde nû dike"
Gilî û nerazîbûna cotkarên Kurd li tevahiya navçeyên nakok, li Birêvebiriya Çandiniyê ya Kerkûkê ne.
Cotkar dibêjin, ew karmend bêyî liberçavgirtina wê yasaya ku di Parlamentoya Îraqê de derketiye, girêbestên Erebên hawirde nû dikin lê di bersiva cotkarên resen de dibêjin:
"Hîn rênîşanderên yasayê derneketine, lewma em nikarin bi cih bînin."
Nûnerê cotkarên Daqûqê Şêx Necat Talebanî hişyariyê da û anî ziman:
"Tirsa wê yekê heye ku ev rewş bibe sedema derketina şer û pevçûnan.
Birêvebiriya Çandiniyê ya Kerkûkê heta niha jî berdewam e li ser nûkirina girêbestan ji bo Erebên hawirde."
Ji aliyê xwe ve Nûnerê cotkarên Topizawayê Samî Xefûr xwest:
"Pêwîst e ji Encûmena Bilind a Dadweriyê re were gotin ku ew rêkarên dadgehên Kerkûkê li hemberî cotkarên Kurd û Tirkmen werin rawestandin heta ku rênîşander digihêjin."
Yasaya parlamentoyê li benda pesendkirinê ye
Ew yasaya ku li Parlamentoya Îraqê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê derketiye, ji bo Encûmena Şûrayê hatiye şandin û divê li wir jî deng li ser were dayîn.
Serokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Kerkûkê Ebdullah Mîrweys tekezî li ser wê yekê kir ku bipaşxistina zêdetir a bicihanîna yasayê dê bibe sedema ziyanên mezin û da zanîn:
"Pêwîstî bi hevahengiya tevahiya desthilatdarên Bexdayê heye, Serokkomar jî di nav de, hewl bê dayîn zû li Encûmena Şûrayê derbas bibe û ji bo Encûmena Wezîran were şandin da ku bikeve warê bicihanînê."
Hikûmeta Îraqê ji bo îsal biryareke nû derxist ku genim ji wan zeviyan wernagire ku li derveyî plana çandiniyê tov tê de hatiye çandin.
Ev biryar pirsgirêka mezin ji bo cotkarên Kurd û Tirkmen dirust dike, ji ber ku heger pirsgirêka zeviyên wan jî nebe, nikarin berhemên xwe bifiroşin û di dawiyê de rastî ziyaneke mezin tên.