Kerkûk | DAIŞê êrîşî xaleke Pêşmerge kir: Şehîd û birîndar hene

.


 Li sînorê Pirdê, DAIŞê êrîşî xaleke Pêşmerge kir û di encam de şehîd û birîndarên Pêşmerge hene.

Li gor çavkaniyên xwecîhî ji Kerkûkê diyar kirin, îro li sînorê Pirdê û li nêzîkî gundê Qaye-başî, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke Pêşmerge kirin û şer derket, di encamê de şehîd û birîndarên Pêşmerge hene.

Herwiha zanyarî destnîşan dikin, di encama şer de, sê şehîd û du birîndarên Pêşmege hene ku yek ji şehîdan Neqîbe, navê wî Piştwan Zirarî ye.

Zanyarî eşkere dikin, bi hawin, BKC û klaşnîkofan êrîşî Pêşmerge kirine, şer nêzîkî 45 xulekan berdewam kiriye, çekdarên DAIŞê êrîşî du eniyên Pêşmerge kirine û êrîş ji aliyê Pêşmergeyan ve hatiye têkşikandin û niha rewş asayî bûye.

Birîndar ji bo nexweşxaneya Hawarçûnê ya Hewlêrê hatine veguhestin û rewşa wan niha baş e.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin