Kerkûk/ DAIŞê êrîş bire ser gundekî ereban

milîtanên DAIŞê îşev êrîşê ser gundê Merî yê li devera Dibisê ya Kerkûkê kir û di encamê de 7 welatî jiyana xwe ji dest daye û çend welatî jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku niştecihên gund ereb in.

Li gor Sputnikê milîtanên rêxistina terorîst ya DAIŞê îşev êrîşî ser gundê Merî yê li devera Dibisê ya Kerkûkê kir.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de 7 welatî jiyana xwe ji dest daye û çend welatî jî birîndar bûne.

Herwisa milîtanên rêxistinê tirumbêlên welatiyan jî şewitandine.

Welatiyekî bi navê Hejar Kakeyî li nêzikî cihê bûyerê got milîtanên DAIŞê di dema êrîşê de cilûbergên polîsên Iraqê li xwe kiribûn û êrîş kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin